‘Divê em avê bi baldarî xerc bikin’

Di vê dema ku li bajarê Qamişloyê av kême  jî, ji sedî 30 bê sedem tê rijandin. Ji bo rê li pêşiya rijandina avê were girtin, Gerînendetiya Avê ya Giştî ya kantona Qamişlo diyar kir ku dê di demên pêş de dê fewaşeyan li ser şêniyan belav bike.

Tişta herî girîng ji mirov re av e. Bi hatina werza havînê re pirsgirêkên avê zêde dibin, lê li aliyekê din li bajaran rêjeya  ji sedî 30 rijandina avê bê sedem tê kirin.

Li ser rijandina av ê ya bêsedem şêniyê bi navê Merwan Silêman ku mala wî li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê ye got: "Rijandina ava bêsedem gelek e, li hin taxên bajarê Qamişlo av kêm e, lê taxên ku av lê baş e jî ew tax avê bê sedem zêde bikar tînin. Dema ku em li kolanan dimeşin dibînin ku av ji depoyên şêniyan ê avê diherike, depoyên wan xerab bûne û pirsgirêka wê çareser nakin, hin mal henefiyên wan yên avê hemû xerab bûne"

Merwan got: "Em ji gelê xwe hêvî dikin ku alavên girêdayî avê yên xirab di malên xwe de çareser bikin da ku rijandina ava bêsedem neyê kirin."

‘AV DAXWAZIYA ME HEMÛYA YE DIVÊ EM DI XERCKIRINA WÊ DE BALDAR BIN’

Şêniya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo Selma Omer got: "Av daxwaziya me hemûyan e. Divê em di xerckirina avê de baldar bin. Ji ber vê yekê min di mala xwe de tedbîr girtine. Ji bo av zêde xerc nebe heya ji me tê em tedbîran digirin. Hin mal hene erebeyên xwe du seatan dişon, piştre toz tê dîsa qirêj digire ev tiştek şaş e. Dînemoyê bi navê Heramî (diziyê) hene, ew dînemo ava cîranê wan jî dikşîne."

RÊJEYA RIJANDINA AVÊ LI KANTONA QAMIŞLO JI SEDÎ 30 E

Di derbarê vê mijarê de endamê Rêveberiya beşê stasyona ya Gerînendetiya  Avê ya Giştî ya kantona Qamişlo Beyar Abdulrehman wiha axivî: "Yek ji  sedemên kêmbûna avê rijandina ava bêsedem e. Rêjeya rijandina avê ji sedî 30 e. Berê jî me gotibû ava vexwarinê gelek kar li ser hatiye kirin, ev rêje dibe sedema sereke ji kêmkirina avê. "

Beyar li ser tedbîrên ku hatine girtin wiha got: "Wek pêşinyar hatiye kirin ku hemleyek ji bo rê li pêşiya rijandina avê were kirin. Ew hemleya fewaşe( ya ku nahêle depo zêdî ava xwe bigire )li ser şêniyan werin belavkirin"

Di dawiya axaftina xwe de Beyar bang li şêniyan kir ku ava vexwarinê ne ava ku were rijandin e, ew av bi kedekê tê amedekirin.


Mijarên Din