Divê dewleta Tirk were cezakirin

Xwendekarên bajarê Reqa, meclisa bajêr û saziyên sivîl ên bejahiya başûrê Reqayê komkujiya artêşa Tirk li dijî zarokên navçeya Tilrefetê pêk anîn şermezar kirin û bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku yekîtiya xwe ava bikin û li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin.

Li dijî komkujiya hevane ya ku artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî zarokên bê guneh ên herêma Tilrifetê pêk anîn, bi dehan xwendekar li dibistana Emar Bin Yasir kom bûn.

Daxuyanî ji aliyê xwendekara bi navê Cudî Ehmed ve hate xwendin û wiha ragihandin:

"Bi navê Yekîtiya Xwendekarên bajarê Reqayê sersaxiyê ji malbatên şehîdan azadî û rûmetê re dixwazin, her wiha ji malbatên zarokên komkujiya Tilrifetê re dixwazin û dibêjin, di encama êrişên dewleta faşîst a hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê her li dijî gelên wê, gelek bandorên neyînî bi xwe re anî û tê wateya ku projeya wan a Osmanî tenê ji bo armanckirin, aware, koçberkirina gel, desteserkirina xêr û bêra welatê me ye, nîşana vê yekê jî komkujiya li dijî Tilrifetê pêk anî ku di encamê de bi dehan zarok şehîd û birîndar bûn, xwendekaran li dibistanên xwe bi aşîtî dilîstin û dixwendin, ji nişka ve parçeyên bedena wan berbelav bûn, ev jî bi serê xwe sûcekî hovene û kiryarên dermirovî û exlaqî ye."

Di dawama daxuyaniyê de wiha hate gotin, em wekî xwendekarên bajarê Reqayê êrişên hovane yên li dijî gel û xwendekarên bê guneh şermezar dikin û bang li xwendekarên Sûriyê dikin ku li dijî êrişên hovane yekîtiya xwe ava bikin."

Di heman çarçoveyê de bi dehan şêniyên xeta başûr û endamên saziyên sivîl ên di nava Meclisa El-Kesrat daxuyanî dan.Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisê Ehmed Xelîl ve hate xwendin û bang li civaka navdewletî, dewletên Yekîtiya Ewropa, DYA, Fedraliya Rûsya, saziyên Mafên Mirovan, saziyên herêmî û navdewletî kirin, ku zextê li ser partiya AKP`ê bikin ku kiryarên hovane yên li dijî gelan rawestînin, her wiha em bang li gelên xwe dikin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê yekîtiya xwe ava bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din