‘Divê civaka navdewletî berpirsyariyên xwe yên li hember çeteyên DAIŞ`ê bîne cih’

Mihêdî El-Dixêm bang li civaka navdewletî kir ku di demeke lezgîn de dadgeheke navnetewî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike û got: "Ji ber ku çete li ser ewlehî û aramiya herêmê xeter in."

Hêzên Sûriya Demokratîk di pêngavên xwe yên li dijî DAIŞ‘ê de bi hezaran çeteyên DAIŞ‘ê girtin. Çete di gelek girtîgehên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, ku ji aliyê QSD‘ê ve têne parastin. Girtîgeha herî xeternak a "Sînaa" ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ye.

Girtîgeha "Sînaa" li aliyê başûrê bajêr e. Tê de zêdetirî 5 hezar çeteyên ji zêdetirî 60 dewletên biyanî dimînin. Ev çete ji xetertirîn çeteyên DAIŞ`ê ne.

Piştî têkçûna DAIŞ‘ê Rêveberiya Xweser, bi dehan caran banga avakirina dadgehek navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî darizandina her çeteyek di dewletê xwe de, kir. Lê heta niha daxwaza wan di ber çavan re nehatine derbaskirin. Piraniya dewletan qebûl nekirin ku çeteyên xwe bibin an jî dadgehekê li bakurê Sûriyê ava bikin.

Ji ber derfetên kêm ku ji QSD`ê re ji bo parastina wan girtîgehan têne pêşkêşkirin, çete bi zanabûn bi armanca hejandina ewlehiyê û ji girtîgehan birevin, îsyanan derdixin. Tevî wê jî QSD`ê heta niha karî tevahiya wan hewldanan vala derxîne.

Têkildarî mijarê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk ê navçeya Şedadê Mihêdî El-Dixêm ji ANHA’yê  re axivî.

El-Dixêm di destpêka axaftina xwe de got: “QSD`ê li şûna cîhanê şerê DAIŞ`ê kir û bi hezaran şehîd dan. Bi hezaran çete girtin û berpirsyariyên wan girt ser xwe. Ruxma van hemû fedekariyan jî tu dewletek an jî aliyekî navdewletî yan jî civaka navdewletî bersîv nedan daxwaza QSD`ê ya ji bo avakirina dadgehekê li herêmên Rêveberiya Xweser.”

El-Dixêm destnîşan kir ku divê di zûtirîn demê de ev dadgeh werin avakirin da ku çeteyên terorîst li gorî qanûn û pîvanên navdewletî û bi çavdêriya navdewletî werin darizandin.

El-Dixêm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ruxmî ku QSD bi girtiyên DAIŞ`ê re bi rêbazek mirovî li gorî qanûnên navdewletî dide û distîne, lê çeteyan gelek caran hewl dan bi hincetên nerast tevliheviyê di nava girtîgehan de derxin. Ev jî barê QSD`ê zêde dike, ji ber wê divê dadgehek navdewletî ji bo darizandina wan were avakirin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din