‘Divê asta têkoşînê bê bilindkirin û dagirker ji herêmên me bên derxistin’

Malbatên şehîdan ên Kantona Qamişloyê tekezî bi bilindkirina têkoşînê ji bo parastina ax û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin û derxistina dagirkeran ji herêmên dagirkirî kir.

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê, Çilaxa û bajarê Dêrikê beşdarî merasima sersaxiya malbata şervana QSD`ê şehîd Raman Mezûl (Reşo Dêrik) bûn. Konê sersaxiyê li gundê Batirzan ê navçeya Çilaxa hatibû vedan.

Bi navê malbatên şehîdan dayika şehîd Hevrîn Xelef, Suad Mistefa axivî û diyar kir ku şehîdan xwe ji bo gel feda kir û got: “Divê em ji bo parastina axa xwe û derxistina dagirkeran tê bikoşin. Divê em destkefiyên şehîdên xwe biparêzin û li ser şopa wan bin.”

Endama rêveberiya Kongreya Star Esma Mûrad jî banga kombûna li dora Hêzên Sûriya Demokratîk û derxistina dagirkeran ji herêmên dagirkirî kir.

ANHA


Mijarên Din