Dirbêsiyê: Em amedene ku bersiva her êrîşekî bidin

Şêniyên navçeya Dirbesiyê gotin: “Em axa bi keda bi hezaran şehîd hatiye rizgarkirin bernadin. Em hertim amadene bersiva her êrîşeke Tirkiyê bidin.”

Tevî ku “mekanîzmeya ewlehiyê” ku li ser hatiye lihevkirin û hatiye pêkanîn jî, lê serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan ragihand ku dê bi bejahî û hewayî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Li hemberî gefên Tirkiyê, şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşan dan û tekez kirin ku ew ê li hemberî her hewildaneke dagirkirina xaka wan, bisekin in.

Di vê çarçoveyê de, şêniyên navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê ji ajansa me re axivîn. Şêniyan gotin: “Em bi xaka xwe ve hatine girêdan û amadene li dijî her hewildaneke dagirkeriyê li ber xwe bidin. “

Welatiyê bi navê Ebdulbaqî Elî nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da û got:`` Em ê bi canê xwe bendan li hemberî van gefan çêkin. Me ji bo vê xakê 11 hezar Şehîd dane. Ji ber vê yekê jî em rê nadin dewleta Tirk a dagirker ku çawa herêmên din ên Sûriyê dagir kir, herêmên me jî biruxîne û dagir bike.``

Welatiyê bi navê Zubêr Derwîş  ev tişt anî ziman:``Ji destpêka aloziya Sûriyê ve gelên herêmê rêya berxwedanê hilbijartin. Em ê li hemberî gefên dewleta Tirk jî berxwedanê hilbijêrin.”

Welatiya bi navê Necwa El-Ebas  diyar kir ku ew ê di çeperên berxwedanê de li kêleka hêzên leşkerî raweste.

Welatiyê bi navê Fexrî Hemîd jî got: “Em bi xaka xwe ve hatine girêdan. Em ê li ber xwe bidin, em rê nadin Erdogan ku xaka me dagir bike. Serwet û samana me talan bike, ewlehî û aramiya me jî bide ber gefan.Em dest ji xaka ku bi xwîna 11 hezar Şehîd hatiye avdan, bernadin .``

Welatiyê bi navê Elî Mihemed jî bêdengiya civata navnetewî ya li hemberî gefên dewleta Tirk anî ziman û wiha domand:`` Em dizanin Erdogan kesê serekeye ku çeteyên DAIŞ`ê destek dike. Niha jî bi gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku DAIŞ’ê ji nûve vejîne.”

Welatiyê bi navê Îsmaîl Hesen jî ev yek anî ziman: “Armanca dewleta Tirk a sereke ji van gefan ew e ku aloziya hundirîn a Tirkiyê veşêre. Parastina me ya xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, mafê  me yê  rewa ye.”

Welatiya bi navê Emel Mêrzo jî tekez kir ku ew dest ji xaka xwe bernadin û serî li hember gefên Tirkiyê natewînin.

(rr/bm)

ANHA


Mijarên Din