​​​​​​​Dilbirîn Kobanê: Şaneyên DAIŞ’ê plan dikir êrişî devera ji Til Hemîs heya Holê bikin

Fermandar Dilbirîn Kobanê hûrgiliyên plana xeternak a şaneyên DAIŞ’ê ya êrişkirina herêma di navbera Til Hemîsê ya Qamişloyê û navçeya Holê ya Hesekê de eşkere kir û got wan gelek çekên ku artêşa Tirk a dagirker bi kar tîne, di depoya DAIŞ’ê de dîtine.

Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên taybet û berdewamkirina Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de, duyemîn mezintirîn depoya çekan a çeteyên DAIŞ’ê ku li başûrê Til Hemîsê bû, hat desteserkirin.

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Dilbirîn Kobanê ji gelek dezgehên ragihandinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li ser hûrgiliyên operasyonê axivî.

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekineyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 25’ê Tebaxê de ragihandibû û di 17’ê Îlonê de hatibû bidawîkirin. Lê di daxuyaniya dawî ya pêngavê de hate gotin ku ew ê şopandina şaneyên muhtemel û sekna li hember xetereyan bi rêya operasyonên ewlehiyê berdewam bikin.

Fermandar Dilbirîn Kobanê got: "Di çarçoveya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê û operasyonên ewlehiyê yên hêzên me de yên berdewama qonaxa duyemîn a pêngavê de ku bi rêbaz û şêweyên cuda ya têkoşîna li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, operasyonên hêzên me yên şopandina DAIŞ’ê berdewam dikin û ji ber ku tevgerên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin, ev operasyon nasekinin."

Dilbirîn Kobanê wiha domand: "Di 20’ê Îlonê de DAIŞ’ê hewl da bi 3 erebeyên bombebarkirî li nêzî gundê Qîrwan ji nû ve êrişî herêmê bike. Lê hêzên me erebeyeke bombebarkirî teqand û 2 erebeyên din desteser kirin. Her wiha 3 çeteyên ku teqemenî li xwe girê dabûn, kuştin, yek birîndar kir û girt."

Dilbirîn Kobanê diyar kir ku hêzên wan bi rêya lêgerîna li wê herêmê, miqdareke mezin ji çek, cebilxaneyê, alavên leşkerî û teqemeniyê li herêmê veşartibûn desteser kirin û ev tişt got: "Şaneyên DAIŞ’ê niyet û plan dikir ku bi wan çekan êrişî herêma ji Til Hemîsê ya Qamişloyê û Holê ya Hesekê bike."

Dilbirîn Kobanê wiha pê de çû: "DAIŞ’ê bi van çek û alavên leşkerî plan dikir êrişî herêma ji Til Hemîsê heya bi Holê bike, da ku ji nû ve li wir bi cih bibe û bi wê yekê êrişî herêmên din û gelê me bike ku ji nû ve ewlehî û îstîqrara li herêmê xira bike."

Fermandar Dilbirîn Kobanê diyar kir ku tevgera bilez a hêzên wan li gorî agahiyên ku wergirtine, hişt plan bi bin bikeve û depo dîtin û wiha anî ziman: "Em têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê de berdewam in û hêzên me her tim amade ne ku her êrişeke DAIŞ’ê û tevgereke wê li herêmê têk bibin."

ÇEKÊN KU TENÊ ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER BI KAR TÎNE

Dilbirîn Kobanê da zanîn ku ji nav wan çekên hatine dîtin çekên taybet in ku tenê artêşa Tirk a dagirker bi kar tînin û wiha li gotina xwe zêde kir: "Ji wan çekan hin çekên ku tenê artêşa Tirk bi kar tînin hebûn û ew çek dan DAIŞ’ê da ku di komkujiyên din ên li dijî gelê me de bi kar bînin."

Li gorî Dilbirîn Kobanê, ew çek “bombeyên destan ên artêşa Tirk bi kar tînin û çekên ji cureya LAW” in.

Dilbirîn Kobanê wiha domand: "Ev çekên me diyar kirine û artêşa Tirk bi kar tînin, ji nava wan çekên ku şaneyên DAIŞ’ê veşartibûn û hêzên me dîtin."

Dilbirîn Kobanê bal kişand ser ku DAIŞ parçeyek ji artêşa Tirk e û dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî herêmê de bi kar tîne. Ji ber wê hemû çekên li gel artêşa Tirk DAIŞ bi kar tîne û ev tişt anî ziman: "Me berê jî gotibû, dewleta Tirk ne tenê DAIŞ’ê bi nepenî destekê didiyê, lê êdî parçeyek ji artêşa wê ye. Ji ber wê hemû çekên artêşa Tirk bi kar tîne, li gel DAIŞ’ê hene. Ev yek ji her kesî ve eşkere ye."

Dilbirîn Kobanê îşaret bi xetereya wê li ser tevahî cîhanê kir ku dewleta Tirk destekê dide DAIŞ’ê ku komkujiyên hovane li dijî mirovahiyê pêk bîne û ev tişt got: "Em careke din ji vir radigihînin ku dewleta Tirk destekê dide terorê û xetereyeke mezin li ser cîhanê çêdike."

Fermandara YPJ’ê Dilbirîn Kobanê da zanîn ku QSD’ê di berpirsyariya xwe ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li herêmê de û parastina gelê xwe ji xetereya wê de berdewam e û operasyonên xwe yên ewlehî ji bo têkbirina şaneyan bi rê û rêbazên cuda didomînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din