Dibistanên Siweydayê ji dibistanên tev hev ber bi azadiya pejirandinê ve

Hizira dibistanên amadehî yên tev hev li parêzgeha Siweydayê gelek kete rojevê. Hindek wê wek gavek erênî dihesbînin û hinde din jî li gel şertûmercên heyî û tevliheviyê ewlehiyê wek gavek neyînî dihesbînin.

Dibistanên tev hev li parêzgehê di salên borî de hêdî hêdî hatin vekirin. Di sala xwendinê ya borî de 4 dibistanên amadehî yên tev hev li bajarê Siweydayê hatin vekirin da ku piştre di sala  xwendinê ya heyî de li tevahiya dibistanên bajêr pêk werin, di însiyatîfekê de ku li piraniya parêzgehên Sûriyê pêk nehatiye. Ev jî guman li ser asta olî girêdayî xeteriya vê gavê û dema wê çêkirin.

Çînek fireh ji şêniyên parêzgehê û rêxistinên civaka sivîl ev gav erênî hesibandin li gorî pêşketinên ku rû didin û bi civaka Siweydayê ya bi giştî vekirî re ne nakok e. Lê  kesên girtî ew hizira dibistanên tev hev red dikin û mala taîfeya yekbûnên Dirzî bi nêrîna xwe ya dijberî vekirina dibistanên tev hev agahdar kirin. Her wiha bang kirin ku daxwazên wan bighînin wezîrê perwerdeyê da ku vê tiştî asteng bike.

Her wiha destnîşan kirin ku beşek mezin ji civakê bi taybet oldaran vê hizirê red dikin û ew ê zarokên xwe ji ber vê sedemê naşînin dibistanan.

Kesên dijber hinceta ku civak radîkal e bi taybet ji aliyê şerefê û bûyerek destavêtinê dê agirê fîtneyê di navbera malbatan de vêxe digirin. Bi taybet li gel belvbûna biserûber a çekan li parêzgehê. 

Kesên alîgir jî dibînin ku hizir xwezayî ye û di dibistanên gundewar de heye. Tu encamên wê yên neyînî yan jî bi tirs tune ye. Her wiha tu bihaneya tirsê li ser şeref û exlaqî tune ye. Xwediyên exlaqên baş ji her du zaynedan ve li ku dere bin dê xwe biparêzin.

Li gorî çavkaniyek ji mudîriyeta perwerdeyê ya Siweydayê, mudîriyet dibîne ku dibistanên tev hev rê li pêşiya xwendekarên ku dixwazên di dibistanên nêzî malên xwe de tomar bikin vedike da ku barên madî li wan sivik bibe. Pêşbaziya ku di navbera xwendekaran de çêdibe serkeftina vê tecrubeyê tekez dike. Çavkanî destnîşan kir ku xwendekarên serkeftî li ser sata Sûriyê di mîna van dibistanan de xwendine. 

Li ser bangewaziyên şêniyan ku di pejirandina dibistanan de azad bin û ji ber ku mala taîfeyê xwedî li wan daxwazan derket, mudîriyeta perwerdeyê ya Siweydayê du dibistan yek ji keçan û yek ji bo xurtan re vekirin û maf da şêniyan da ku dibistanan bipejrînin.

Ji meydana xwendinê

Mamosteya felsefeyê Necah dibêje: "Redkirina hizira vekirina dibistanên tev hev bi hinceta şerefê ne mantiqî ye."

Mamosteya babeta zanyarî Necîb got: "Nabe diyardeyê tecawizê bi vê hizirê ve were girêdan. Komek ji cahilan bi rêya motorsîklêtan mirovan aciz dikin an jî keçan li pêşiya dibistanan çi yên tev hev yan jî yên yek zayendî, tecawiz dikin. Di dibistana me de tu rewşeke destavêtinê yan jî şermûk rû neda."

Xwendekara dibistana amadehî Mehe got: "Ji refa yek heya niha em bi hev re ne. Tiştek ne baş di navbera me de rû neda. Berovajî wê niha em mîna xwişk û biran e."

Adil xwendekarekî asta amadehî ye dibêje: "Destavêtin di dibistanan de nabe, dibe ku hindek serseriyên ku bi motorsîkêtan dema bidawîbûna dewama dibistanê tên, wê bikin."

Xwendekarê bi navê Mihemed ê di refa 10 de got: "Ji refa yekê me kom dikin piştre di amadehî de me ji hev qut dikin. Piştî wê di zanîngehê de me dîsa kom dikin gelo ev tê çi wateyê?"

(şx)

ANHA


Mijarên Din