Dibistanên El-Deşîşe piştî 8 salan dîsa vebûn

Îsal li bajarokê El-Deşîşe yê girêdayî navçeya Şedadê piştî 8 salan zêdetirî 2 hezar û 200 xwendekaran dest bi dibistanan kir. Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanên herêmê restore kirin û navendeke perwerdeyê li bajarok vekir.

Piştî rizgarkirina bajarokê El-Deşîşe ji çeteyên DAIŞ`ê di 17`ê Hezîrana 2018`an de û peydakirin ewlehiyê li bajêr,Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser hindek dibistanên ku ji ber şer wêran bûne û çeteyan kiribûn bargehên leşkerî, sererast kirin. Rêveberiya Xweser jî navenda perwerdeyê ji bo meşandina prosesa perwerdeyê ji xwendekar û mamosteyan re ava kir.

Di sala borî de zêdetirî hezar û 100 xwendekar ji asta seretayî tev li dibistanan bûn. Lê îsal piştî tunekirina DAIŞ’ê, peydabûna ewlehiyê û restorekirina gelek dibistnan, hejmara  xwendekaran  ji temenên cuda yên ku tev li dibistanên bajarokê dibin, zêde bû. Ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe.

Navenda Perwerdeyê ya bajarok hewl da pirtûkên ku ji Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Şedadê wergirtine, belav bike. Lê ji ber hejmara zêde ya xwendekaran, pêwîstiya bajarok bi hindek pirtûkan heye.

Girêdayî mijarê rêveberê Navenda Perwerdeyê ya El-Deşîşe Cîhad El-Heneş diyar kir ku dibistanên wan mîna tevahiya dibistanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 15`ê Îlonê de dest bi perwerdeya fermî kir. El-Heneş bal kişand ser ku hejmara xwendekaran li gorî sala borî zêde bûye û gihaştiye zêdetirî 2 hezar û 200 xwendekaran ji refa yekê heya refa şeşan di asta seretayî de.

El-Heneş destnîşan kir ku pirtûk li ser xwendekaran hatin belavkirin, lê hejmara pirtûkan hinekî kêm e. Desteya Perwerde û Fêrkirinê soz da ku di rojên pêşîn de wê kêmasiyê derbas bike. El-Heneş wiha domand: "Her wiha hejmara kadroya perwerdeyê kêm e. Di her dibistanekê de zêdetirî du mamosteyên kêmasî hene ji ber ku Navenda Perwerdeyê nû hatiye avakirin. Her wiha hinek dibistan jî îsal hatin vekirin."

Ji ber zirarên mezin ku gihîştine dibistanan, di şerê rizgarkirina herêmê de ji DAIŞ`ê şêniyan zêdetirî 15 dibistanên axî pêşkêş kirin.

El-Heneş îşret pê kir ku şênî bi coşeke mezin vekirina dibistanan pêşwazî kirin û zarokên xwe şandin dibistanan û wiha berdewam kir: "Gelek zarokên ku diviyabû di refa şeş de bana hene, lê îro di refa yekê de fêrî xwendin û nivîsandinê dibin. Ji ber ku 8 salan bê xwendin mabûn. Tevî mercên civakî û madî yên dijwar di daxwaza fêrbûnê de bi israr in."

Girêdayî heman mijarê xwendekaran kêfxweşiya xwe ji bo destpêkirina sala xwendinê û israra xwe da ku fêr bibin, rave kirin.

Şêniyê bi navê Ebdulqadir El-Elî ji şêniyên bajarokê ye tekez kir ku ew bi vekirina dibistanan û jinûve meşandina prosesa perwerdehiyê kêfxweş e. El-Elî ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê hêvî kir ku dibistanên nû ava bike û fireh bike ji ber ku zarok di hindek malên axî de fêr dibin û zivistan nêz dibe. El-Elî diyar kir ku di her fêrgehekê de zêdetirî 50 xwendekar hene.

Di dawiya gotinên xwe de El-Elî xebatên Rêveberiya Xweser ji bo sererastkirina gelek dibistanan kir û her wiha spasiya keda ji bo meşandina prosesa perwerdeyê ya rast kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din