Dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi qeydkirina xwendekaran kir

Îro mamoste û komîteyên rêveberiyê yên dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî giştînameya Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest bi qeydkirina xwedekarên pêşdibistan û refa yekemîn a seretayî kir.

Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewama destpêkirina rêveberiyê li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya sala nû ya perwerdeyê ya 2019-2020’an di 2’yê Îlonê de bi rêya tevnên çapemeniyê eşkere kir.

Îro, mamoste û rêveberên hevserokatiyên dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûrioyê saet di 08:00’an de berê xwe da dibistanan da ku bergiriyên guncaw der barê destpêkirina perwerdeya sala nû de pêk bînin. Her wiha da ku şagirtên nû yên merheleyên pêşdibistan û refa yekemîn a seretayî qeyd bikin.

Komîteyên perwerdeyê cerda pirtûkên ku li ser dibistanan li gorî xwendekaran bên belavkirin, pêk anî. Her wiha ferza mamosteyan a li ser dibistanan li gorî pisporiyan jî çêkir. Komîteyên sererastkirinê jî xebatên xwe didomînin da ku dibistan li gorî mercên hatin pêşkêşkirin, bên çêkirin.

Rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya navçeya Tirbespiyê Kawa Osê îşaret pê kir ku tevahî dibistan amadekariya pêşwazîkirina sala nû ya xwendinê piştî bidawîkirina dewreyên perwerdekirina mamosteyan dikin. Komîte rêxistina dibistanê û arşîvê amade dike û  xwendekarên nû qeyd dike.

Osê tekez kir ku komîteyên ji sererastkirina dibistanan re hatine erkdarkirin, pêdiviyên sotemenî û belavkirina beşeke ji pirtûkên dibistanan pêk anî da ku ji pêşwazîkirina sala nû ya xwendinê re di 15’ê Îlonê de bi temamî amade be.

Dê li 3 hezar û 325 dibistanên herêmên Firat û Cizîrê nêzî 500 hezar xwendekar bên pêşwazîkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din