Di zindanên dagirkeriya Tirk de çîrokên wehşetê

Dibe şahidê sûcên dagirkeriya Tirk ên îşkencekirin, birçîkirin û kuştinê di girtîgehan de ku bi sivîlên Kurd tijî ne. Li gorî wî derketina ji wan girtîgehan, mîna mûcîzeyeke rastîn bû.

Di van demên dawîn de gelek çîrokên biêş ji kantona Efrînê ya dagirkirî têne vegotin li gel tunebûna aliyekî ku wan binpêkirinên dermirovî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo guhertina demografiya herêmê rawestîne.

Ji wan çîrokan yek jî, çîroka endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdo Umer e. Umer ji me re bûyerên ku tê re derbas bûne, dema ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve li taxa El-Mehmûdiye ya bajarê Efrînê di 14`ê Adara 2018`an de tê revandin û binpêkirinên ku di zindanên wan de lê rast hatiye, vegotin.

Di destpêkê de Umer behsê kir ka çawa tê revandin piştî ku tev li Berxwedana Serdemê bûye û got: "Bi amûrên cuda yên hişk mîna ço, destikên çekan û heta keviran li min dan heta ku hindik mabû min bikujin."

Umer wiha domand: "Di 14`ê Adarê de dema ez çûm mal da ku em ji taxê derkevin, dema ez nêzî malê bûm, komeke çeteyan gule li min barandin. Min hewl da di nav kolanên şaxî de xwe ji wan xilas bikim. Lê dema zêdetirî 20 çete derketin pêşberî min, ez ecêb mam. Çeteyan li min da heta ku ji ser hişê xwe ve çûm. Piştre ez revandim."

Umer di berdewama vegotina çîroka xwe de destnîşan kir ku çeteyan ew bi zemîna çeka doçka ve girê da û bir baregeheke çeteyan. Piştre wî dişînin girtîgeha artêşa Tirk a dagirker li gundê Kefer Zîtê.

Umer wiha domand: "Dema em gihaştin girtîgehê, ez kirim hucreyeke biçûk. Tê de 11 girtî hebûn. Piştî nîv saetekê zabitek Tirk hat û ferman da çeteyan da ku min rakin bilenkoyê. Heya 3 saetan bi kabileke stûr li min dan."

Umer çîroka xwe wiha berdewam kir: "Piştî ku li min dan, nexşeya bajarê Efrînê ji min re anîn û xwestin ku nuqteyên leşkerî yên di nav bajêr de nîşanî wan bidim. Min got ez tiştekî nizanim, li ser wê 8 çeteyan li min da. Piştî wê xwê li birînên min reşandin lê dîsa min tiştek negot."

Ji ber ku Umer demeke dirêj bi bilenkoyê ve anku bi ban ve girêdayî dimîne, destê wî yê çepê astengdar dibe, ji ber ku dişikê û bi awayekî nerast tê dermankirin.

Hinek ji wan ji ber xwarina kêm û hinek jî ji ber îşkenceya giran dimirin

Piştî ku Umer qebûl nake sirên leşkerî eşkere bike, wî radikin girtîgeha El-Raî û dikin hucreyekê ku zêdetirî hezar û 200 girtî tê de hene. Da ku wî bi rêya tirsandin û gefa kuştinê li rex îşkenceyê bidin axaftin.

Di nav gotinên xwe de Umer tekez kir ku hinek kesên ku hatine revandin di zindanên dagirkeriyê de ji ber îşkenceya giran, tunebûna cihên tenduristiyê û ji ber ku ew cih ji mirovan re ne baş e, mirine. Di nav wan de Umer kesek bi navê Hiso bi bîr xist.

Ji ber îşkenceyê kurm dikevin birînên girtiyan

Li gorî Umer, Hiso ji ber tawana endamtiya YPG`ê rastî dijwartirîn cureyên îşkenceyê hatiye. Çete bedena wî bi şefreyan birîndar dikin. Ji ber îşkenceya giran bi felca nîvî dikeve. Her wiha çete wî bi zorê di tuwaletê de didin xewkirin, ji ber wê kurmik di birînên wî de belav dibin. Di encamê de piştî 3 rojan dimire.

Girtî ji birçînan dimirin

Umer çîroka Menan ê ji navçeya Mabatayê jî bi bîr xist. Umer diyar kir ku Menan di heman hucreya wî de dima. Ji ber kêmxwarinê jiyana xwe ji dest dide. Ji ber ku ne xwarin û ne jî vexwarin li cem girtiyan tune bûn. Her du roj yan jî sê rojan ji her du kesan re nanek pêşkêş dikirin.

Piştî 8 mehan ji revandina Umer ji ber ku nikarîn endamtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li wî îsbat bikin, serbest tê berdan.

Binpêkirinên Tirkiyê li dijî lihevkirina Cinêvê ne

Hiqûqnas Mihemed Cemîl binpêkirinên hovane yên di zindanên artêşa Tirk a dagirker de yên veşartî li herêmên ku dagir kirine rû didin, şermezar kirin û tekez kir ku ew wek sûcên şer li dijî mirovahiyê tên hesibandin. Cemîl destnîşan kir ku divê ev binpêkirin li ser asta navdewletî werin eşkerekirin.

Cemîl diyar kir ku derfeta xilasiya ji wan girtîgehan gelekî kêm e. Çîrokên kesên ku ji wan binpêkirinan û girtîgehan xilas bûne, îsbat dikin ku artêşa Tirk peymana Cinêvê ya Sêyemîn a girêdayî parastina mafên esîrên şer, binpê dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din