Di xwepêşandanên li Xezayê de kesek hate kuştin û 54 jî birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê li dijî xwepêşandanên welatiyên Filistînê yên li ser sînorê Xezayê tundî bi kar anî, di encamê de ciwanek jiyana xwe ji dest da û 54 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê wergirtine "Hêzên Îsraîlê guleyên zindî û yên plasîkî avêtin çalakgeran, di encamê de ciwanekî 28 salî şehî bûye û 54 kesên din jî birîndar bûne, di nav de rewşên kirîtîk hene."

Desteya Niştimanî ya Bilind a berpirsyaretiya meşên vegerê û şikandina dorpêça li ser Xezayê , li ser meşên îro gotibû ku`` Ew meş ji bo teqezkirina li ser vegera yekbûyînê ye û têkbirîna planên qutkirina Difa û Exwarê  û projeyên tesfiyekirina doza Filistînê ye."

Tê zanîn ku filistînî ji roja 30`yê Adara 2018`an ve dest bi meşên vegerê û şikandina dorpêşê kirine û banga  û vegera penaberên Filistînê ku ji sala 1948`an ve ji warê xwe hatin derxistin û rakirina dorpêça li ser Xezaya ku ev  12 salan ve li Xezayê didome, dikin."

(rr)

ANHA


Mijarên Din