Di topbarana dewleta Tirk de 2 sivîl birîndar bûn

Di topbaran dewleta Tirk a şevê din ku li gundê Mebuca yê Girê Spî çêbû de 2 sivîl birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mebuce yê Girê Spî duh bi şev topbaran kir û nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê kirin hedef.

Hate zanîn ku di topbarana şevê din a li gunde Mebuca yê Girê Spî de 2 sivîl birîndar bûne.

Li gorî agahiyên berdest ji birîndaran yek, zaroka bi navê Meram Xelîl a 16 salî ye.

ANHA


Mijarên Din