Di teqîna Tirbêspiyê de 3 zarok bûn qurban

Li kolana giştî ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo teqînek pêk hat.

Li kolana giştî ango pêşiya navenda Berîdê ya navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo erebeyeke bombebarkirî ku li wir hatibû bicihkirin, teqiya. Teqîn di saet 11:00`an de pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de, 3 zarok bûn qurban.

(eh)

ANHA


Mijarên Din