Di teqîna sêyemîn a Hesekê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da-HAT NÛKIRIN

Li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê motorsêklêteke bombebarkirî teqiya û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçegihanê me, di dema ku wesayîteke Hêzên  Xweparastinê li nêzî çarxeriya El-Besêl a taxa Xiwêran a bajarê Hesekê re derbas dibû teqîn pêk hat.

Di encama teqîna ku di demjimêr 15:45`an de pêk hatiye, şêniyê bi navê Celal El-Elî El-Xelef jiyana xwe ji dest da.

Îro nîvro du teqîn li bajarê Hesekê rû dan, di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û yek dîn jî birîndar bû.

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariyta Hundirîn îro daxuyaniyek da û diyar kir ku tevgera şaneyên veşratî di van demên dawîn de zêde bûye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din