​​​​​​​Di teqîna li Zirganê de 2 cotkar birîndar bûn

Îro 2 cotkarên ji şêniyên Dirbêsiyê di encama teqîna mayîna ji bermahiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li nava zeviyên çandiniyê yên li gundewarên Zirganê birîndar bûn.

Di encama teqîna mayîna ji bermahiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li nava zeviyên çandiniyê yên li gundê Esediyê yê gundewarê Zirganê yê nêzî eniya şer, 2 cotkarên bi navê Mistefa Cuma Abdullah (20) û Abdulcelîl Mihemed Abdullah (18) birîndar bûn.

Şêniyên herêmê her du cotkar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a Dirbêsiyê û rewşa wan aram e.

(fr)

 

ANHA

 

 


Mijarên Din