Di teqîna li Şedadê de zarokekî jiyana xwe ji dest da- HATE NÛKIRIN

Di teqîna li navçeya Şedadê de zarokekî 13 salî ku ku bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Îro li navçeya Şedadê ya başûrê bajarê Hesekê êrîşek bi motorsîklêteke bombebarkirî pêk hat. Di êrîşa ku li ser rêya giştî ya navçeyê pêk hatibû de de zarokê bi navê Haris Hesen El-Hesanî yê 13 salî birîndar bibû. Haris ê bi giranî birbîndar bibû jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşê de 3 kesên din di nav de şervanên QSD‘ê de hebûn birîndar bûn.

Kesên birîndar li nexweşxaneyên bajarê Hesekê têne dermankirin. Li gorî bijîşkên nexweşxaneyê rewşa du kesan giran e.

ANHA

 


Mijarên Din