Di teqîna li Ezazê de 2 kuştî û 8 birîndar

Di encama teqîna ku îro di erebeyeke çeteyên artêşa Tirk de li bajarê Ezazê pêk hat de, 2 çete hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî diyar kiribû ku îro di saetên sibê de li bajarê Ezaz ê bakurê Helebê bombeyek bi erebeyeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve teqiya. Di encama teqînê de 2 çete hatin kuştin, 8 çete jî birîndar bûn.

Ajansa me navên çeteyên ku hatine kuştin bi dest xistin; Îbrahîm Mûsa (45) ji Kefer Kelbîn e û Diya Mustefa Îbrahîm (34) ji Marî ye.

Navên birîndaran jî wiha ne: Yehiya Qasim (35) ji bajarê Ezazê ye, Tariq Ehmed El-Ehedeb (31) ji Gulcibîrnê ye, Mustefa Abdullkerîm El-Elî (45), Xidir Ebdullhemîd El-Ehedeb (30), Ehmed Mihemed Hemdan (35) û Ebid El-Hemîd El-Cemal (50) ji Til Rifatê ye.

Heta van kêliyan tu aliyan ev teqîn negirtiye ser xwe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya