Di teqîna li Beyrûtê de zêdetirî 30 kuştî û 3 hezar birîndar

Hikumeta Lubnanê ragihand ku di encama teqîna bi hêz a li perava Beyrûtê de, 30 kesî jiyana xwe ji dest da û 3 hezar kes jî birîndar bû.

Wezîrê tenduristiyê Hemed Hesen di dema serdana hejmareke nexweşxaneyên paytext Beyrûtê de, ev dane dan.

Ev daneyên destpêkê yên teqînê ne, ji ber ku hîna lêgerîna cenazeyên bi bin enqazan de dewam dike.

Daneyên ne fermî yên berê diyar kiribû ku di teqînê de10 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Gelek nexweşxaneyên Beyrûtê eşkere kirin ku bi sedan birîndarên teqînê pêşwazî kirine.

Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku herî kêm 500 birîndar di "Otel Deo" de hene û êdî nikare hejmareke zêdetir pêşwazî bike.

Li peravên Beyrûtê du teqînên bi hêz rû li pey hev rû dan. Ji ber teqînan zerareke mezin gihîşt peravê û herêmên berfireh ên Beyrûtê.

(cx)

ANHA


Mijarên Din