​​​​​​​Di ser destpêkirina Pêngava Rizgarkirina Minbicê re 4 sal derbas bûn

Ji 1`ê Hizêrana 2016`an ve heta 75 rojan, beriya 4 salan Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Piştî 2 salan ji dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê, jiyana careke din li bajarê Minbicê û şêniyên wê hat vegeradnin.

Piştî dagirkeriya, Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 1`ê Hizêrana 2016`an de pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê destpê kir.

Di ser wê gavê re 4 sal derbas bûn. Rizgarkirina bajarê Minbicê derbeyeke giran a li dijî çeteyên DAIŞ`ê û piştevanên wan bû. Gaveke girîng ji bo destpêka bidawîkirina hebûna çeteyan li ser erdên Sûriyê bû.

75 ROJÊN ŞER

Pêngavê ji bendava Tişrînê ya li rojhilatê bajarê Minbicê de dest pê kir ku eniya sereke ya pêngavê bû. Her wiha eniyeke din ji pira Qere Qozaq de ber bi navçeya El-Heyê li rojhilatê Minbicê ve dest pê kir. Piştî nêzî 14 rojan ku şervanan li dora bajêr zivirîn û çeteyên DAIŞ`ê dorpêç kirin, her du eniyên pêngavê gihiştin hev û piştre şerên rizgarkirina taxên bajêr dest pê kir.

Yek ji gavên sereke yên pêngava rizgarkirinê, derxistina sivîlan ji cihên şer bû. Bi vê yekê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê destpêkê malbatên xwe ji çeteyan rizgar kirin û bi ewle kirin. Li ser wê yekê çeteyên DAIŞ`ê her kesê ku hewl dida derbasî aliyê şervanan bibe dikirin hedef, lewra û ji ber ku hejmara sivîlên di bajêr de ji gundan zêdetir bû pêngava rizgarkirina bajêr dereng bi rê ve diçû.

Pêşketina Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku beriya du mehan ji aliyê ciwanên Minbicê ve hatibû avakirin, heta taxa El-Serib dewam kir. Piştî 75 rojan ji destpêkirina pêngavê, di 12`ê Tebaxa 2016`an de bajarê Minbicê ji çeteyan hat rizgarkirin.

TOLRAKIRINA ŞEHÎD FEYSEL EBÛ LEYLA, ÎSRARA ŞERVANAN ZÊDETIR KIR

Di pêngavê de , gelek şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê di oxira azadiya şêniyên Minbicê de xwe feda kirin. Yek ji wan fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Feysel Sedûn ku bi navê "Ebû Leyla" dihat naskirin, bû. Ebu Leyla di roja sêyemîn a pêngavê de li gundê El-Xefiyê birîndar bû û di roja pêncemîn (5`ê Hizêranê) de şehîd bû.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûmd Ibrahîm Ebû Mecid ku ew jî beşdarî pêngavê bûbû, wiha dibêje: "Şehadeta Ebû Leyla, îsrara şervanan a dewamkirina pêngavê û rizgarkirina gelê xwe ji çeteyan zêdetir kir."

Ji bo bîranîna şehîd Ebû Leyla, navê pêngavê bû "Pêngava Şehîd Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê". Di bin vê navî de, ciwanên Minbicê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de bi serketin û ji terora wan li bajêr bi dawî kirin. Her wiha qonaxeke nû ya bi rêveberiya şêniyên bajrê dest pê kir û xizmet û saziyên ku pêdiviyên şêniyên pêk tînin hatin avakirin."

GIRÎNGIYA PÊNGAVÊ

Pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê gelek girîng bû, ji ber ku beriya rizgarkirinê, Minbic bûbû navenda pêşwazîkirina çeteyên ji Ewropa û cîhanê bi rêya Tirkiyê tên herêmê û tev li DAIŞ`ê dibin û li Sûriyê û Iraqê tên belavkirin. Lewra rizgarkirina bajarê Minbicê alîkariya mirovî li ser çeteyan qut kir.

Piştî rizgarkirina Minbicê di 12`ê Tebaxê de, ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê Hêzên Sûriya Demokratîk gelek pêngav dan destpêkirin. Di Adara 2019`an de QSD`ê hebûna leşkerî ya
çeteyên DAIŞ`ê li erdên Sûriyê di cihê herî dawî li bajarokê Baxozê yê gundewarên Dêrazorê, tune kir.

(cx)

ANHA


Mijarên Din