​​​​​​​Di salvegera çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan de fedaiyên Kurd û Ereb

Rûpelên dîrokê bi navên jinên fedakar ên ku çarenûsa gelên xwe guhertiye û li dijî zilm û tarîtiyê serî hildane tijî û dagirtî ye. Jinên fedaî ji bo ku gelê xwe bigihînin azadiyê bedena xwe kir pir. Lê jinên Kurd ên fedakar her tim bi nav û deng in, ji ber ku ne tenê li hemberî dagirkeriyê, di heman de li hemberî hişmendiya baviksalar jî serî rakir.

Îro salvegera 24'an a şehadeta şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) e ku di 30'ê Hezîrana 1996'an li dijî artêşa dewleta Tirk çalakiyeke fedaî pêk anî.

Bi vê wesîleyê em ê balê bikişînin ser jinên Kurd û Ereb ên ku dan ser şopa Zîlanê û li hemberî zilmê rabûn; Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Rîvana Kobanê, Hemîda Tahîr, Sena Mihyedelî.

ZÎLAN (ZEYNEB KINACÎ)

Zeyneb Kinacî di sala 1972’yan de li navenda bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdisanê çavê xwe li dinê vekir. Ji eşîra Mamûrkî ye. Wê li Meletiyê, Zanîngeha Înonû beşa rêberî û şêwirmendiya derûnî xwend. Beriya ku beşdarî nav refên tevgera neteweyî bibe, li nexweşxaneya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê kar dikir.

Şehîd Zeyneb Kinacî di malbatekê de ku rewşa wê ya aborî normal e, mezin dibe. Lê bingeha wê ya civakî bi kenveşopa feodal û burjûvaziyê bi bandor e. Hevserê wê jî ji wê beşa zanîngehê mezûn bûye.

Dema ku di lîseyê de dixwend, bîr û baweriya çepgirî û kurdayetiyê bandore lê dike û  dema  li zanîngehê dixwend, dîtin û meyla wê ya çepgiriyê zelaltir dibe û sempatiya wê ji PKK’ê re zêde dibe.

Şehîd Zeyneb Kinacî anku Zîlan di sala 1994’an de li bajarê Edeneyê, di nava “Eniyê” de dest bi xebatê dike û bi qasî salekê xebata xwe di nav Eniyê de didomîne. Di sala 1995'an de li bajarê Dêrsimê tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe û di heman salê de ji aliyê hikumeta Tirk ve tê girtin.

Şehîd Zîlan di peyama xwe de dibêje: "Ji aliyê îdia, biryar, moral, zelalbûn û zanabûnê ve ez bi hêztir bûm û bi pêş ketim."

Zîlan jiyaneke normal nepejirand, di demekê de ku welatê wê di bin dagirkeriyê de ye, fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bandorê lê dike, bi taybet ramanên wî yên girêdayî azadiya jinan.

Zîlan da ser rêya têkoşînê û li pey xwe mohra xwe di dilê hemû jinên şoreşger de hişt. Biryar da ku yekem çalakiya fedaî li dijî dewleta Tirk pêk bîne û di dilê dagirkerên Kurdistanê de tirs û xofa ji îradeya jinên azad çand.

Piştî salekê ji tevlêbûna wê ya nava tevgera şoreşê, roja 30'ê Hezîrana 1996'an li navendeke dewleta Tirk a bajarê Dêrsimê çalakiyeke fedaî li dijî artêşê pêk anî. Ev çalakî di dîroka tevgera şoreşa jinan de yekemîn bû. Zîlanê bi vê çalakiyê tirs di nava refên artêşa Tirk de çand. 18 leşker hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.

Çalakiya şehîd Zîlan wek bersivdayîna hedefgirtina rêber Abdullah Ocalan ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê ve pêk hat ku bi hezaran dolar û bi dehan ton madeyên teqemeniyê xerc kir da ku hewl bide Rêbertî bikuje.

Ji wê rojê ve şehîd Zîlan bûye sembola jinên fedaî, ku pêşketin û guhertinên dîrokî afirandin û rêya azadiyê nîşanî jinan kir. Êdî navê şehîd Zîlan li her derê û her zemanî tê qalkirin.

NAMEYA ŞEHÎD ZÎLAN JI BO GEL Û RÊBER ABDULLAH OCALAN

Şehîd Zîlan beriya ku çalakiya xwe ya fedaî pêk bîne, bi destê xwe nameyek ji bo rêber Abdullah Ocalan, gelê xwe û jinên cîhanê nivîsand. Name ji jinên şoreşger û gelê berxwedêr re bû lêveger.

Di nameyê de dibêje: “Bi pêşengiya serok Apo têkoşîna me ya rizgariya neteweyî dê di demeke gelek nêzîk de bi ser bikeve û gelê me yê belengaz dê di nav malbata gelê cîhanê de cîhê xwe yê giranbiha bigire û bigihêje mafê xwe. Li ser vê bingehê careke din nêzîkahî û sedaqeta xwe ji serok Apo, hemû şehîdên Kurdistanê, hemû hêzên şer û eniyê, hevalên me yên li zindanan, gelê Kurd û ji hemû mirovahiyê re didim xuyakirin û ez soz û peymana rêzgirtinê didim. Ji bo jiyanê îdiaya min gelekî mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jîyaneke birûmet û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ez ji jiyanê û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiyê pêk tînim.

Ez bang li hemû mirovahiyê dikim!

Heger hûn naxwazin vê tawanbariya mirovahiyê pêk bînin, mil bidin milê gelê Kurdistanê, zingara ser mêjî û dilê xwe yê ku emperyalîzmê ew pûç kirine, pak bikin û guh bidin qîrîna azadiya gelekî. Di vî dengê de biratî heye, dilpakiya mirovahiyê heye, dostanî heye."

ARÎN MÎRKAN (DILARA KINC) Û RÎVANA ROJAVA

Li bakur û rojhilatê Sûriyê jin mîraseya têkoşîna xwe ji çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan digirin, di oxira jiyaneke azad û birûmet de ji bo tevahî jin û gelên cîhanê û avakirina pêşerojeke ronî ji bo zarokên xwe fedakarî kirin.

Ji wan jinên ciwan a efrînî Dilara Kinc (Arîn Mîrkan) e. Arîn xeta şehîd Zîlan şopand, di sala 2014'an de bi çalakiyeke fedaî jinên cîhanê ji terora çeteyên DAIŞ'ê xilas kirin.

Arîn Mîrkan sala 1992'yan li gundê Hesê (Mîrkan) ê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ji dayik bû. Di sala 2007'an de tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe.

Bi destpêka Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê re Arîn û hevrêya wê Rîvana vedigerin Rojava û cihê xwe di nava YPJ'ê de digirin. Arîn û Rîvana bi kesayeta xwe ku bingeha azadiya jinan esas digire, bandor li jinên derdorê kirin.

Sala 2014'an çeteyên DAIŞ’ê bajarên Mûsil ê Iraqê û Reqa ya Sûriyê dagir kirin. Ji sê aliyan ve kantona Kobanê dorpêç kirin û di 15'ê Îlonê de dest bi êrişên mezin li ser Kobanê kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê gihaştin girê Miştenûrê yê li beramberî bajarê Kobanê, di 5'ê Cotmeha 2014'an de şerê di navbera çeteyan û şervanên YPG/YPJ de gihaşt asta herî jor. DAIŞ’ê texmîn dikir ku dê derbasî bajêr bibe. Şehîd Arîn Mîrkan ku di nava komeke biçûk de li ser gir şer dikir, ber bi aliyê çeteyan ve çû, bi çalakiyeke fedaî çete tar û mar kirin.

Di encama vê çalakiyê de bi dehan kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û tirs ket dilê van. Çeteyan êdî nas kir ku sûra bajar bûye xelekek ji agirê Arîn û hevalên wê yên ku Kobanê ji hovîtiya çeteyan xilas kir.

Li başûrê gundê Komlit şehîd Arîn Mîrkan çalakî pêk anî. Rêvana ya ku birîndar bûbû jî hevalên xwe û yên birîndar xilas kir û çalakî pêk anî. Bi vê yekê êriş û pêşveçûna çeteyên şikand.

Çalakiya Arîn û Rêvana bala cîhanê bir ser berxwedana Kobanê û gel ji xetereya qirkirinê xilas kir. Dîsa jî çavê cîhanê li ser asta xetereya DAIŞ’ê vekir.

AVESTA XABÛR

Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker de Avesta Xabûr rola 27'ê Çileya 2018'an çalakiyeke fedaî pêk anî.

Zelûx Hemo anku Avesta Xabûr sala 1998'an li bajarê Helebê çavê xwe li dinê vedike. Avesta ji şêniyên gundê Bêliyê yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye, di malbateke ji 4 xwişk û birayan pêk tê de mezin dibe. Avesta ji xweşik û birayên xwe ya mezin e.

Avesta li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jiya. Bi destpêka aloziya Sûriyê re malbata wê neçar dimîne ku biçe Şamê. Ji ber ku di nava şer û wêraniyê de mezin dibe, zarokatiyeke dijwar derbas dike.

Piştî ku ji Şamê vedigere gundê Bêliyê yê Bilbilê, YPJ'ê nas dike, nemaze piştî ku ramanê rêber Abdullah Ocalan û serpêhatiyên berxwedan û fedakarên şehîdên şoreşê.

Avesta sala 2014'an tev li refên YPJ'ê dibe. Perwerdeyên fikrî û leşkerî dibêje û dibe şervaneke Hêzên Antîterorê. Avesta yek ji şervanên destpê bû yên ku dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê sekinîn ku di 20'ê Çileya 2018'an dest pê kir û li eniya herêma navçeya Cindirêsê cih girt.

Piştî 7 rojên êrişî, di 27'ê Çileyê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dijwar birin ser herêma Cindirêsê.  Di navbera şervanên YPJ/ YPG û artêşa Tirk û çeteyên wê de şerekî dijwar rû da. Şehîd Avesta bi bombeyeke destan çalakiyeke fedaî pêk anî, tankeke dagirkeran îmha kir.

Ji bo wefadariya bi şehîd Avesta re, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê di roja 31'ê Çileya 2018'an de pakrewangehek bi nave şehîd Avesta Xabûr ava kir ku bi sedan şehîdên Berxwedana Serdemê hembêz dike.

Artêşa Tirk a dagirker di binpêkirinekê ji nirx û prensîbên mirovî di 12'ê Tebaxa heman salê de Pakrewangeha Şehîd Avesta ya nêzî navenda bajarê Efrînê bi trêksan rûxand.

JINÊN EREB ÊN DI DÎROKÊ DE BI FEDAÎTIYÊ TÊNE NASKIRIN

Dîrok şahidê berxwedan, lehengî û îsyana jinan a li hember zilm û desthilatdariya li ser gelan e. Dîrokê gelek berxwedanên efsanewî yên ku jinan raber kirine, nivîsandine.

Ji wan yek jî Hemîda Tahîr e. Hemîda sala 1968’an ji bajarê Reqayê ji dayik bûye. Sala 1981'an beşdarî tevgerên şoreşgerî yên ciwanan ên li Sûriyê dibe û li hember zilm û desthilatdariyê çalakiyeke fedaî pêk anî.

Sena Yûsif Miheydelî, sala 1968’an li bajarê Seyda yê başûrê Lubnanê ji dayik dibe. Ya yekemîn bû ku li başûrê Lubnanê çalakiyeke fedaî pêk anî.

Hîna jî bi sedan mînakên jinên fedaî hene. Ji jinên Filîstînê yên ku çalakiyên fedaî pêk anîne; Zekiya Şemût û Delal El-Mexribî.

ANHA


Mijarên Din