Di salvegera 41’ê ya faşîzma 12’ê Îlonê de Osmanîparêziya Nû

Berî niha bi 40 salan li Tirkiyeyê derbeyek faşist a leşkerî hate pêkanîn. Ev derbe di esasê xwe de li dijî tevgera azadîxwaz a Kurdan hate kirin.  Bi vê derbeyê re paradîgmaya bi kirasê Tirk/Îslamî wek bingehê ramana dewleta Tirk a faşist ji nû ve hate dabînkirin û siyaseta navxwe û derve ya dewletê li ser vê bîr û boçûnê hate sazkirin. Faşîzma 12’ê Îlonê di nav sînorên Tirkiyê de di serî de siyaseta qirkirina kurdan da ber xwe û xwe li ser kokbirîna muxalefeta şoreşger-demokratîk ava kir. Di siyaseta xwe ya derve de jî di serî de dijî cîranên xwe bi giştî siyaseteke êrişkar û dijwar da ber xwe/ji xwe re kir armanc. Bi vê derbeyê de çiyayên Başûrê Kurdistanê hatin bombebarankirin. Faşîzma Sedam û faşîzma Tirk mil da hev û bi hev re qirkirina kurdan ji xwe re kirin armanc. Heta komkujiya Helebçeyê ev polîtîkaya wan a hevpar li ser qirkirina gelên Başûrê Kurdistanê bû. Ev polîtîka her çû bi nokerên xwecihî re dagerya siyaseta qirkirin û nijadkujiyê. Di sala 1992’ê de ji Heftenîn heta Zelê êrîşkariyeke berfireh hate lidarxistin û deverên ji hêzên Sedam vala bûne, bi hêzên noker-îxanetkar hate dagirtin. Bi derbeya faşist a 12’ê Îlonê re gundên Asûr/Suryanan bi destê dewleta faşist û hevkarên wê hatin valakirin û ji bo gerîla li van deran bi cih nebin gundên kurdan jî dan berdan û vala kirin. Yanî derbeya 12’ê Îlonê ne tenê derbe li kurdên Bakur xist, pê re ji bo qirkirin û fetisandina hemû kurdan destê xwe dirêjî nav Başûrê Kurdistanê jî kir û li vê derê hevkariya faşîzma Sedam kir û têkvedanên qirêj bi pêş xistin. Li dijî faşîzma 12’ê Îlonê hem li zindanan hem jî li çiyan berxwedaneke mezin pêş ket, beramberîvê berxwedanê îxanet û nokerî jî zêde bû. faşîzma Tirkî, kurdên xayîn dan ber milê xwe û li dijî tevgera azadîya Kurdistanê dest bi raçandina tevnê êrişkariyê û jinavbirinê kir.  

Faşîzma 12’ê Îlonê li Sûriyê jî milê xwe da ber milê Îxwan-il Mislimînan û ew bi çek û perwerdeya eskerî rahênandin û serhildana Hema/Humisê bi wan da kirin. Ev polîtîka pêngava ewil bû li Sûriyê bi destê faşîzma Tirk dihate birêkxistin û îro faşîzma AKP/MHP’ê vê polîtîkayê didomîne. Konjonktora navneteweyî û herêmî nehişt ev raperîna bi palpiştiya faşîzma 12’ê Îlonê li Hema/Humisê daye pîjkirin bigihîje tu encamê. Ev raperîna bi hevkariya îstixbarata NATO/CİA û Tirkî derketiye pêş demeke kin ji aliyê Desthilata Esad ve hate tefandin. Heke hingê ew serhildan nehatiba tefandin wê demê xeyla Mîsaqî Mîlî ya TC’ya faşist û dagirker dê bi destê rêxistina sîxurî ya bi navê Îxwanê Mislîmîn pêk bihata. Ev rêxistinkirina bi destê MÎT/CİA’yê gav bi gav di çarçoveya projeya Nifşê Kesk de li hemû welatên misilman hate ceribandin. Dibistanên Işık/Ronahî yên Fetulah Gulen qonaxeke giring a vê projeya kesk bû. Têkiliyên dewleta Tirk a faşist û Qeterê li ser binemayê Îxwanê Mislîmîn hatin bipêşxistin. Ev proje vê gavê li hemû welatên mislîman, palpiştiya hemû wan çete û komên radîkal dike û hemû berdewam û parçeyê vê projeyê ne.        

Li Vatîkanê qesta kuştina Papa hate kirin, Serokwezîrê Swêdê Olaf Palme hate kuitin û li gelek deverên dinyayê suîqest dijî Ermenan hatin kirin, ev kiryarên nepen tev bi derbeya 12’ê Îlonê gihîştin lûtkeyê. Dewleta Tirk kete dû xeyala împaratoriyê lewra jî tetîkkêşiya gelek hêzên navneteweyî girte ser milê xwe û xwest ji vê yekê ji xwe re delîveke nû çê bike. Yanî dewleta faşist a Tirk bi derbeya 12’ê Îlonê re di warê siyasî de ji aliyekî ve pêwistiya pratîgmaya Tirk/Îslam anî cih ji aliyê din ve jî dibû dewleteke Îstixbarat/mafyayê.      

Îro, ev desthilata bi navê AKP/MHP ya faşist li ser vê hizir û pêşketinê hatiye damezrandin û navê vê heyam û qonaxê ye. Faşîzma AKP/MHP radeya herî bilind a çetevanî, mafyakarî û tetîkkêşiyê ye û vê desthilata qirêj ji xwe re hevkarekî kurd jî ava kir û da ber tenişta xwe. Îro li Başûrê Kurdistanê nokeriya heyî bi çavekî tazî li ber çavên her kesî ye. Kurdên ku vîna wan bi destê faşîzma 12’ê Îlonê hatine şikandin îro ji bo faşîzma AKP/MHP’ê dixebitin. Ew nokeriya ku li Şengalê Êzidî pêşkêşî DAIŞ’ê kirin, ew teslîmkariya li dijî êrîşên bi ser Bakur Rojhilatê Sûrî xwe kerr û lal dikin, tev hevkarên faşîzma 12’ê îlonê ne û bi awayekî ji awayan avê dibin aşê vê împaratoriya tirsê ya faşist û kedxwer.     

Li çar parçeyên Kurdistanê û her dera dinyayê her ku kurd li dijî faşîzma 12’ê Îlonê û zêrevanên wê faşîzma AKP/MHP’ê li ber xwe didin dewleta Tirk a faşist û nokerên wê bêhtir tal û dijwar dibin, ev yek nîşan dide bê ka Kurd di lêgerîna xwe ya bo azadiyê de çiqasî mafdar in û çiqas li ser rêya rast in.  

Hindî ku faşizm, ji zindanan heta serê çiyan, ji serê çiyan heta deşt û bajaran li ber xeta berxwedanê şikestinê dixwe û têk diçe, hartir dibe. Hindî hartir dibe jî, ew kirasê bi navê hiqûq, maf û edalet û demokrasî jî jê dişiqite û kirêtiya wê tazîtir dibe. Lewra jî li dijî vî dirinde û xwînmijê faşizmê mirovî divê bêhtir hev bigire. Ji ber vê ye, îro Tevgera Azadiya Kurdistanê di bin rêberiya Serok APO de ji bo hemû Kurdistan û gelên herêmê hêviya azadiyê tîne û mizgîniya azadiyê dide mirovahiyê. Çawa ku duh, faşîzma dewleta tirk a dagirker, kirasê leşkerî ji xwe kir û bi kirasê AKP/MHP’ê derkete pêşberî civakê û li ber daxwaz azadiya kurdan kirasê xwe guhart, sibero jî li gel hemû hevkarên xwe jî dê neçar bimînin ji ser dika dîrokê bêne avêtin û biçin ser sergoya tarîxê. Kurd bi jinan ve, bi mêran ve, bi ciwanan ve, bi pîr û kalên xwe ve dê li ser rêya şehîdan û Serok APO bimeşin û azadiya xwe bistînin. Berxwedan jiyan e û çawa ku wan jiyana azad bi xwîna xwe havên kir, ew ê wisa jî di dîroka rûmetê de cihê xwe bigirin. Noker û xayîn jî, wekî Bekoyê ewan dê bi nefret û nehezî bêne bibîranîn.        

Va ye 41 sal di ser derbeya 12’ê Îlonê re derbas dibin, ev dîktatoriya faşist a bi kirasê sîvîl ya AKP/MHP’ê hewl dide tişta dîktatoriya eskerî nikaribû bibe serî pêk bîne, lewra têkoşîna dijî vê faşîzmê kar û erkekî mirovanîyê ye. Jin û mêrên kurd bi dengekî bilind diqîrin, dijî faşîzma êrişker, faşîzma qirker yeketiya neteweyî ji kurdan re ferz e. faşizm ancax ku yekitî û yekrêzî di navbera kurdan û gelan de pêk were dikare bête felişandin. Nexwe berevajiyê faşizm di serî de kurdan hemû pêkhateyên ne ji xwe dor bi dor dê tune bike û bixwe. Duh jî wisa bû, îro jî wisa ye, lewra divê her kesî hay ji vê rastiyê hebe û ji xewa xifletê hişyar bibe, ev erkekî mirovahiyê ye.    

ANHA


Mijarên Din

Egîdbûyîn