​​​​​​​Di salvegera 22’yan a Komploya Navneteweyî de

HESEN EL-HAŞÎMÎ

Dehsala destpêkê ji sedsala 21’an bi pêlên ku peravên welatên Rojhilata Navînê guhartin, dest pê kir û serwerên wê jî bawer kir ku gel dê bindestî wan bimînin. Lê belê nêrîna gel cuda bû.Ramanwerê mirovahiyê rêber Abdullah Ocalan nekaribû bi van pêlên guherînan re gavekê biavêje, lê ew bê guman yek ji çêkerên herî diyar bû.

Tevî ku rêber Abdullah Ocalan nikare bûyerên qewimîne û diqewimin, di encama tecrîdkirina li dijî wî de bişopîne, lê beriya ku şoreş bi salan dest pê bikin wî pêşbînî kir.

Kesên tezên Ocalan di dirêjahiya salên pêşîn ên girtina wî û beriya wê de dişopînin, dê bibînin ku rêber Ocalan îşaretek û daxuyaniyek ji gelek senaryoyên muhtemel ên ji pêşeroja herêmê re danîne. Ya herî lawaz jî berdewama rewşa bêdengiyê û mayîna tiştan a wek xwe ye, ev yek jî ji hêla serdestiya rejîmên serwer ji hegamonyaya sermaye û tedbîrên bêserûber ên aborî û siyaseta modernîteya kapîtalîst a rojavayî ya hovane re, pêk tê.

Ev senaryo li ser erdê li piranî dewletên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê pêk hat. Her wiha hikumetên van dewletan çarenûsa xwe bi banka navneteweyî, alîkariyên derve û artêşên derve ve girê da. Girêdayî wê gelên herêmê li ber deriyên balyozxaneyên rojavayî kom bûn û daxwaz kir ku ji çermê teslîmiyetê ya li ser wan hatiye ferzkirin, derkevin.

Der barê senaryoya duyemîn de, ya ku Ocalan pêşbînî dikir û dibe ku zêdetir çêbe, ew senaryoya guherîna ji kokê de û rûbirûbûna di navbera gelan û celadên wê de ye. Lê guhartin li gorî Ocalan, dibe ku pêk were û temenê xwe çi dibe bila bibe. Lê heke guhartin dereng ma dê temen û buhayê wê girantir be.

Ocalan, pêşeroja herêmê di çarçoveya senaryoya duyemîn de dît. Ji ber senaryoya berê ne pêkan bû ku li gel rewşa niha û rewşa hêrsa bilind de pêk were. Tu sererastkirin, geşkirin û azadî li gel faşîstên desthilatdar ên bi kopyeyên erebî, farisî û tirkî çênabin. Lê belê rêber Ocalan pêşbîn kir ku dê serhildanên erebî pêk werin û eşkere kir ku dê ji van serhildanan re hêmanên serkeftin, berdewam an jî binketin û têkçûnê hebin.

Berovajî ku gelek fîlozofên rojavayî li ser pêvçûnên şaristaniyan û dawiya dîrokê de pêşbîn kirine, Ocalan ji Îmraliyê ragihand ku rêxistinbûyîna nû ya navneteweyî ya ku bi wê re dixwestin di sedsala nû de serweriyê li cîhanê bikin, bi bin ket. Ew birêxistinbûyîn jî xwe dispart vîna jiyanê û têkbirina azadiya gelan a ku ne pêkan e li hember hêzên hegamonîk bişike.

Tevî ku dewleta Tirk û welatên pê re yên ji cîhanê dizanin ku Ocalan yekane çareya li dewleta Tirk û herêma Rojhilata Navîn e, lê dîsa jî tecrîdê li ser Ocalan girantir dikin, nahêlin peyam, perspektîf û fikirên wî derkevin derve, ew jî bi armanca ku bi pêş ve birevin û li gorî pabendiyên pêşerojê tev negerin.

Ya rast ji berdewama hikumeta Tirkiyê ya dîlgirtina Ocalan di 22 salan de û binpêkirina tevahî rêgezên mirovî û qanûnên navneteweyî, ew e ku dewleta Tirk texmîn dike ku rola xwe ya nexşekirî bi baldarî pêk tîne, da ku derbeyeke xurt li her kesên xwesteka azadî û demokrasiyê li ser asta herêmê û cîhanê dikin, pêk bîne. Ev jî temena ku ev hikumet ji berdewam desthilatdariya xwe û hewldanên dagirkirinê dide.

Lê belê berovajî ku hêzên hegamon plan kiriye û dewleta Tirk jî pêk aniye, girtîgeha Îmraliyê veguherî dibistaneke fikirê ku rêya xwe li her wijdanên azadîxwaz li cîhanê dixe. Her wiha vê dibistana ocalanî teoriyeke temam di azadî û rêvebirina civakan de dûrî nakokiyên desthildarî, ferdî, neteweperestî û nîjadperestiyê, pêşkêş kir.

Va ye bi hezaran hevrê, alîgir û sempatîzan li ser rêç û metoda Ocalan dimeşin û banga şikandina tecrîda girankirî dikin.

Va ye tov şîn û geş dibe û vediguhere neteweyekê ku ne wekî neteweyên dîtir, ew ne neweteweyeke aborî û darayî ye, ne neteweyeeke neteweperestî ye, ne neteweyeke olî ye. Lê belê birêxistinbûyîneke ku têgeha dewlet û desthildariyê derbas dibe û derbasî têgeha rêveberiyê dibe, nêzbûnekê di navbera têgeha jin û têgeha xwezayê de çêdike. Her wiha fikir bi tecrîdê nayên dagirtin, bê guman azadî tê, heke em bi demeke biçûk bedbîn bin, em bi demeke dirêj û dûr jî pêşbîn in.  


Mijarên Din