Di şahiya salvegera şoreşê de: Divê Şoreşa Rojava bibe şoreşa hemû gelê Sûriyê

Çalakiyên mîhrecana şehîd Stêrvan ku bi wesîleya salvegera 7`an a destpêkirina Şoreşa Rojava di bin dirûşmeya "Şoreşa 19`ê Tîrmehê deryaya huner û azadiya jinên ciwan e" bidawî bû.

Piştî ku YPJ`ê toraneke leşkerî di çalakiyên festîvalê de lidar xist, gelek axaftin hatin kirin û salvegera 7`an a Şoreşa Rojava hat pîrozkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê salvegera 7`an a destpêkirina Şoreşa Rojava li gelê Rojava pîroz kir û wiha got: "Dengê Şoreşa Rojava di aliyê leşkerî, çandî û civakî li cîhanê belav bû. Di salvegera 7’an salvegera şoreşê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê bûne. Em salvegera 7’emîn a şoreşê pîroz dikin."

Nezîre Gewriyê da zanîn ku şoreşa wan welat, însan û çand ava kir û wiha got: "Beriya her tiştî ev şoreş, şoreşa jinan e. Şoreşa dayîkan û şoreşa şervanên jin e. Serkeftin û desteftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin, encama ked û berxwedana gelê me ye. Bi yek dest em ê li pêşiya gefxwarinên ku di pêvajoya bê de bisekinin û serkeftin dê para me be.”

Endama Koodînasyona Kongreya Star Fûza Yûsif wiha got: "Di şoreşa me de, cara yekemîn bû ku gel xwe bi xwe û bi hêz û îradeya xwe, xwe birêxistin kir. Cara yekemîn ku tekoşîn dike û civaka xwe ji bindestiyê rizgar dike. Ev şoreş cewherê gelê Sûriyê ye. Ji ber vê yekê ji mafê vî gelî ye ku nûnertiyê li ser masya diyalogan ji bo çareseriya aloziya li Sûriyê, bike."

Fûza wiha domand: "Tu çareserî ji aloziya Sûriyê re tine ne û em itîrafê bi destûrên bêyî beşdarbûna nûnerên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakin. Hêzên me parastina yekbûna xaka Sûriyê ji parçekirinê kir û xaka xwe ji komên radîkal parast.”

Endama Koodînasyona Kongreya Star Fûza Yûsif bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe birêxistin bikin û parastina desteftiyên şoreşê bikin û wiha got: "Divê şoreşa Rojava veguhere şoreşa hemû gelê Sûriyê."

Her wiha endama Yekîtiya Jinên Ciwan Evrîn Evdar diyar kir ku di vê rojê de jinên li Rojava azadiya xwe bidest xistin û ji bindestiyê rizgar bûn. Evrîn bang li ciwanan kir ku ji şoreşê re bibin pişt û parastina desteftiyên wê bikin.

Piştî dawîbûna axaftinan, koma Înana, koma werzîşê ya jinên ciwan, koma şehîd Dijwar, koma Taykwando, stran û çanda filklorî hatin pêşkêşkirin.

Mîhrecan bi gerandina govendê bi dawî bû.

(jo)

ANHA

  


Mijarên Din