Di şahiya li Swêdê de: Gel ji gefan natirse û wê têkoşîn bidome

Kurdistaniyên li bajarê Malmo yê Swêdê dijîn, salvegera 16`emîn a damezirandina PYD`ê pîroz kir û tekez kir ku gel ji gefên Tirkiyê natirse û dê têkoşîna xwe berdewam bike.

Şahiyên pîrozkirina salvegera 16’emîn a damezirandina PYD`ê dewam dikin.

PYD`ê duh şahiyek li bajarê Malmo yê Siwêdiyê bi beşdarbûna bi dehan kurdistaniyan li dar xist.

Di şahiyê de piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, berpirsê rêxistina PYD`ê ya Swêdê Çekjîn Ehmed axivî û ev bone li kurdistaniyan pîroz kir.  Çekjîn Ehmed got gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armanc jê têkbirina îradeya gelên herêmê ye û teqez kir ku gel ji gefan natirse û dê têkoşîna xwe dewam bike heta pêkanîna sîstema federal a demokratîk.

Di dawiya şahiyê de stranên şoreşgerî hatin gotin û dîlan hate gerandin.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din