Di êrîşa Talîbanê de herî kêm 11 polîs hatin kuştin

Ajansa Associated Press ragihand ku endamên Talîbanê ji çend aliyan ve êrîşî navendeke herêmî li bakurê Efxanistanê kir û di encamê de herî kêm 11 polîs hatin kuştin.

Berdevkê wîlayeta Şûrtayê Mûnîr Ehmed Ferhad diyar kir ku êrîşa li ser wîlayetê li herêma Bilîx a bakurê welêt di saetên sibê de pêk hat. Her wiha berdevkê tevgera Talîban diyar kir ku endamên wan bi ser navendê de girtiye.

Ferhad ev yek red kir û wiha got: "Heta niha navend di bin serweriya Hêzên Ewlehiyê yên Efxanistanê de ye û alîkarî ber bi Şûrtayê ve diçûn."

Serokê Meclisa Herêma Bilîx Mihemed Fedil Hedîd destnîşan kir ku ew ditirse hejmara qurbaniyan zêde bibe, ger di dema pêwîst de destek neyê.

Ajansê destnîşan kir ku êrîşên Talîbanê heta dema ku hilbijartinên serokatiyê roja şemiyê li Efxanistanê pêk hatin û diyalogên DYA û Talîbanê têk çûn.

(bx)


Mijarên Din