Di êrîşa li ser gundekî Amûdê de sivîlek birîndar bû

Ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Xerzê yê 5 km dikeve rojavayê navçeya Amûdê sivîlek birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, şêniyê bi navê Ebdullezîz Mûsa Ebas ê 58 salî di êrîşa artêşa Tirk a li ser gundê Xerzê yê li ser rêya di navbera navçeya Amûdê û Dirbêsiyê birîndar bû.

Nûçegihanê me diyar kir ku Ebdulezîz rakirine nexweşxaneyê, piştî hate tedawîkirin rewşa wî baş bûye.

ANHA


Mijarên Din