Di êrîşa li Afganistanê de 20 kuştî û 50 birîndar

Hikumeta Afganistanê ragihand ku êrîşa duh a ku li buroya namzetê cîgirê serok ya li paytext Kabîlê, Emir Ellah Salih pêk hat, bû sedema kuştina 20 kesan û birîndarbûna 50 kesên din.

Duh buroya namzetê nûnertiya cîgirê serokê Afganistanê ya Kabîlê rastî êrîşekê hat, di encamê de Emir Ellah Salih ê ku ji bo nûnertiya cîgiriya serok xwe hilbijart, birîndar bû, her wiha 20 kes mirin û 50 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî Skynewsê, Wezareta Hundirîn diyar kir ku piştî ku xwekujekî xwe kuşt, hêzên afgan 3 çekdarên ku girtin ser buroya Salih ku ji 4 qatan pêk tê, kuştin.

Berdevkê Wezareta Hundirîn got operasyonê 6 saetan dewam kir û tê de 150 sivîl hatin rizgarkirin.

Tê payîn ku hilbijartinên serokatiyê di 28`ê Îlonê de werin lidarxistin, lê rewşa welêt di hemû aliyan de ji ber êrîşên rojane yên tevgera Talîban û çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî hêz, karmandên hikumetê û sivîlan ne aram e.

(eh)


Mijarên Din