Di roja 6’emîn de çalakiya mertalên zindî li ser sînorê Tirkiyê didome

Xwepêşandêrên kantona Kobanê di roja 6’emîn de li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê mertalên zindî li hember gefên dewleta Tirk a êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkirin. Li aliyekî din jî amadekariyên lidarxistina meşekê li herêma Feratê ya ber bi baregeha Koalîsyona Navdewletî ve tê kirin.

Tevî bilindbûna pîleyên germahiyê jî şêniyên kantona Kobanê ya Bakurê Sûriyê di roja 6’emîn de li gundên Qeremox û Ziyaretê bi mertalên zindî li hember baregehên artêşa dagirker a Tirk di xwepêşandanê de ne.

Ev çalakî piştî çend saetan ji gefên dewleta Tirk a dagirker ên êrîşkirina li herêmên Til Rifat û Girê Spî li dar ketin.

Li gundê Qeremoxê li rojhilatê bajarê Kobanê bi 15 km û gundê Ziyaretê yê li rojavayê bajêr bi 32 km konên xwepêşandanê li nêzî dîwarê sînor hatin vegirtin û her wiha xwepêşandêran jî mertalên zindî yên şermezarkirina gefên Tirkiyê çêkirin.

Di xwepêşandana gundê Qeremox a îro de, endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Abdurehman Demir wiha axivî: "Ha gelê me li sînorê Tirkiyê şer red dike û aştiyê ji tevahî gelên cîhanê re qebûl dike. Her tim bi aştiyê re ne, lê hilgirtina çekê xweparastin e. Em bi hêza gelê xwe û ne tu hêzên dîtir, hene. Serkeftin her tim para gel e."

Şêniyên kantonê ji yên tax û karkerên di saziyên sivîl de nobeta konên xwepêşandanê digirin. Îro jî şêniyên taxên Şehîd Kawa, Şehîd Moro û Kaniya Kurdan ên bajêr nobet girt.

Dê îro berêvarê girseya gel dest bi meşekê li nêzî beregeha Koalîsyona Navdewletî ya li gundê Xirabê Eşk bi beşdariya şêniyên herêma Firatê bike da ku nameya redkirina dagirkeriya Tirk bidin civaka navdewletî, nexasim dewletên beşdarî koalîsyonê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din