Di roja 5ʹemîn a Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 3 çete hatin girtin

QSDʹê ragihand, di roja 5ʹemîn a Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 3 çete hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê têkildarî Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

ʹʹ Hêzên hevbeş ên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê, operasyonên legerîn û paqijkirinê di roja 5ʹan de didomînin.

Hêzên hevbeş duh paqijkirina taxa Firatê, taxên rêya Kornîş a ketina Şehada ya bajarê Reqayê û bajarokê Sefsafa yê gundewarê rojhilat ê Tebqayê bi dawî kirin.

Hêzên hevbeş di çarçoveya xebatên lêgerînê de miqdareke çek, cebilxane û pirtûkên şerîetê yên DAIŞʹê dîtin. Her wiha 3 endaên DAIŞʹê girtin.

Sibeha îro jî, hêzên hevbeş li taxa Ekrad a aliyê bakur ê bajarê Reqayê û bajarê Tebqayê operasyona lêgerînê dan destpêkirin. Operasyon dewam dike."

(bb)


Mijarên Din