Di roja 31`an de ..êrişên dijwar û dewriya artêşa Tirk sivîlek qetil kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êrişî gelek gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê kir. Di êrişên xwe de hemû cureyên çekên giran û balafirên keşfê bikar anîn. Şervanên QSD`ê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan da û ziyanên mezin gihandin çeteyan. Her wiha dewriya artêşa Tirk a dagirker sivîlek qetil kir.

Di roja 31`an ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, êriş û binpêkirina agirbestê didome. Şervanên QSD`ê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva hemû êrişan didin.

Êrişên dijwar li gundewarên Girê Spî – Eyn Îsa pêk tên û QSD`ê bersivê dide

Çeteyên dewleta Tirk ji DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra bi dijwarî êrişî gundên Şergirak û Um El-Beramîl ên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê kir. Şervanên QSD`ê bersiva êrişan da û di encama wê de şer di navbera çete û şervanan de derket. Her wiha erebeyeke leşkerî hat teqandin û gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û tankan êrişî gundên Xirbet Faris, Şergirak, Zinoba, Mesûdiyê, Dibis, Xirbet Kerem, Qiz Elî, Kefîfa û Webda yên Serêkaniyê û Eyn Îsayê kir. Şervanên QSD`ê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan da û di encama wê de şerekî dijwar rû da. Şervanên QSD`ê piştî lehengiyeke bêhempa 2 erebeyên leşkerî, tankek, erebeyeke doçka li nêzî rêya navdewletî teqandin. Her wiha di encama wî şerî de 13 çete hatin kuştin, 19 birîndar bûn, 3 çek û gelek cebilxane ketin destê şervanan. 

Li gorî QSD`ê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, di encama berxwedana lehengî de 12 şervanên wan şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

QSD: Dewleta Tirk biryara agirbesê pêk neanî û divê Amerîka berpirsariyê rake

Fermandariya Giştî ya QSD`ê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker biryara agirbestê pêk neanî û bi rêya derwên xwe dixwaze raya giştî tevlîhev bike ku ew li gorî biryara agirbestê tev digere. Fermandariyê piştrast kir ku wan biryara agirbestê bi garantor û navpeynakariya Amerîkayê erê kir û divê Amerîka erka xwe weke garantor pêk bîne.

Ji aliyekî din ve jî Fermandarê Giştî yê QSD`ê tişta ku Roback di muzakereyeke hundirîn de ku tê de helwesta Rêveberiya Amerîkayê ji êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne dike re, erê kir. Her wiha got, divê Amerîka kedeke mezintir bide ku êrişên Tirkiyê bisekinîne.

Ebdî got, gotinên Roback di cihê xwe de ne û li ser malpera xwe ya Twitterê diyar kir ku DYA`yê dikare êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rawestîne.

Dewriyeyeke Rûsî – Tirkî derket û panzêreke dewleta Tirk sivîlek qetil kir

Duh bi dehan jin, mêr û zarokan bi kevir û pêlavên kevin li dewriyeya hevbeş a Rûsî û Tirkî ku li gundê Dêrna Axê ya herêma Girkê Legê derketibû, dan. Panzêra artêşa Tirk a dagirker pêl xwepêşandarekî bi navê Serxwebûn Elî kir û di encamê de, şehîd bû.

Her wiha Gerînendeyê Buroya Ragihandinê ya QSD`ê Mustefa Balî piştrast kir ku di encama avêtina bombeyên gazê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, 10 sivîl birîndar bûn.

Rewşa mirovî

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebats avakirina kampan ji bo bicikirina şêniyên ji ber êrişên dewleta Tirk ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê bûne, dike. Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî bang li rêxistinên mirovî kir ku li herêmê vegerin û alîkariya wan bikin. Rêveberiya Xweser diyar kir ku di encama êrişên dewleta Tirk  a dagirker de ji 9`ê Cotmehê ve, 300 hezar şênî koçber bûne.

Her wiha ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û hedefgirtina sivîlan, 33 dibistan hatin girtin. 7 hezar û 734 xwendekarên ji gundên nêzî sînorê navçeya Dirbêsiyê ji xwendinê mehrûm man.

(bx)

ANHA


Mijarên Din