Di roja 13`emîn ji agirbestê, bombebaran didome

Di roja 3`emîn de bombebarana li ser "herêmên bê çek" didome.  Balafirên şer ên Rûsya herêma Bendava El-Şexir a bejahiya rojavayê Idlibê bombebaran kir.

Agirbesta nû ya li herêmên bê çek derbasî roja xwe ya 13`emîn dibe. Herêmên bê çek ji çiyayên bakur rojhilatê Laziqiye heta derdora bakur rojavayê bajarê Helebê û ber bi bejahiya Hema û Idlibê ve pêk tê.

Şeva Çarşem – Pênşemê li deverin ji Meret Hirme, Kefer Sicne, El-Fetîra, Mezarî Um Celal, herêmên bejahiya rojhilatê Meret El-Nûman ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin topbarankirin. Topbaran gihîşt navenda Zimar, Cizraya ya bejahiya başûrê Helebê. Her wiha balafirên keşfê li ser asîmanê herêma rojhilatê herêmên bê çek geriya.

Balafirên şer ên Rûsyayê herêma Bendava El-Şexir a bejahiya rojhilatê Idlibê piştî çend kîlmetran ji sînorê bi Tirkiyê re bombebaran kir û heta niha balafir li ser asîmanê herêmê digerin.

Tevlîheviya li herêmên di bin dagirkirina çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de ku destekê ji Tirkiyê digrin, didome. Li bajarê Seraqib ê rojhilatê Idlibê şevê din teqînekê ji ber bombeyekê di hundirê dukanekê de, rû da. Di encama wê de zerarên madî çêbûn bêyî ku ti tişt bi kesî were.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê di roja 12`an ji agirbestê diyar kiribû ku bomebaran li herêmên "bê çek" vegeriya. Balafiran herêma Dihir a başûrê bajarê Dergûş li nêzî sînor Lîwa Iskenderon bomebaran kir. Her wiha aliyê rojhilatê bajarê Kefer Texarîm, gundê Kefer Maris ê çiyayê El-Simaq ê bejahiya bakur rojavayê Idlibê jî hatin bombebarankirin.

(bx)


Mijarên Din