Di êrişa li ser gundewarê Dêrikê de 2 sivîl şehîd bûn

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, di êrişa dewleta Tirk a dagirekr a bi balafira bê pilot a bi çek a li ser gundê Merzê yê Dêrikê de du sivîl şehîd bûn.

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bombebarana dewleta Tirk a li ser gundekî Dêrikê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:

"Balafireke bê mirov a artêşa Tirk a dagirker 20'ê Cotmehê nîvro, gundê Merzê yê girêdayê berava gundewarê Dêrikê bombe kir. Di encamê de du sivîl şehîd bûn.

Ji berî demekê ve gelek balafirên bê mirov ên girêdayê artêşa Tirka  dagirker li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê difirin û di gelek caran de sivîl û înşatên bajar dikin hedef."

ANHA


Mijarên Din