Di êrişa li dijî gundên Minbicê de jinek şehîd bû û sivîlek birîndar bû

Di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li djiî gundên rojavayê bajarê Minbicê de  jinek şehîd bûn, sivîlek û 5 leşkerên rejîma Sûriyê birîndar bûn.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji gundê Yaşlî, gundên Dendeniya, Um Edesa, Farat, Um Celûd, Eseliya û Seyada yên bakurê rojavayê Minbicê dan ber topan, di encama topbaranê jinek şehîd bû, sivîlek din birîndar bû.

Hate ragihandin ku topek li mizgefta gundê Um Edese ket di encamê de ziyan gihaştin mizgefê.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên rejîmê yên li gundê Ewseclî yê ser rêya navdewletî ya Bab- Minbicê kirin hedef. Gundê Ewseclî 7 km dûrî xeta navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên rejîma Sûriyê ji aliyekî ve û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî din ve. Li vir 5 leşkerên rejîmê birîndar bûn.

Buroya Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyanî dabû, tê de ragihand ku hêzên rejîmê bersiva jêdera êrişê dan, 2 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

ANHA


Mijarên Din