Di êrişa bi mûşekan de 5 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da

Di êrişa bi du mûşekên katûşan a li ser xaniyekî nêzî balafirxaneya Bexdayê de 3 jê zarok 5 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da.

Serkirdayetiya Operasyonên Hevbeşa a Iraqê, di daxuyaniyek de ragihand, çekdarên nenas li devera Ebo Şeban (Ebo Emer) ya li nêzî balefirxaneya Bexdayê êrişek pêk anîn û ji heman malbatê 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji kesên jiyana xwe ji dest dane 3 jê zarok in û 2 jin in. Her wiha 2 zarokên din jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, cihê ku mûşek jê hatine avêtin hatiye zanîn û Serokwezîrê Iraqê jî fermana girtina kesên tawanbar li hemû hêzên ewlehiyê kiriye.


Mijarên Din