Di êrişa artêşa Tirk de leşkerekî rejîmê jiyana xwe ji dest da

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û hewanan êrişî gundê Menax ê Til Temirê kir. Di êrişê de leşkerekî rejîmê jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.

Êrişên artêşa Tirk a dagriker û çeteyên wê yên li dijî gundên Til Temirê berdewam dikin.

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya bi obus û hewanan li gundê Menax ê Til Temirê de leşkerekî rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku navê leşkerê jiyana xwe ji dest daye, Ebdilîlah Eqîl (25) e û navên leşkerên birîndar jî wiha ne: Elaî Etima û Ebdilfettah Etiya.

ANHA


Mijarên Din