Di qezaya balafirê ya li Pakistanê de 97 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Pakistanê ragihand ku di qezaya balafirê de ku duh li herêma Qereçiyê pêk hatibû, 97 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Pakistanê daxuyand ku di encama ketina balafireke rêwiyan a Pakistanê li ser herêma sivîlan li bajarê Qereçiyê, 97 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Balafireke rêwiyan a Pakistanê ji cureya Airbus, duh li nêzî balafirgeha Qereçiyê ketibû xwarê. Kanala GIO li ser zimanê nûnerê endamê rêveberiya balafirên sivîl a Pakistanê ragihand ku balafir ji Lahorê ber bi balafirgeha Qereçiyê ve diçû û li nêzî balafirgehê kete xwarê.


Mijarên Din