Di protestoyên li Lubnanê de çareke din alozî derket

Protestoyên li paytexta Lubnan, Beyrûtê yên li dijî hikûmetê di roja duyemîn de didome. Di d navbera xwepêşandarên û hêzên ewlehiyê de pevçûn derkete.

Çalakgeran, hêzên ewlehiyê yên li ber deriyê Meclisa Parlamantoyê ya li qada Necmê ya Beyrûtê dan ber keviran. Hêzên Ewlehiyê bi xertûmên avê û bombeyên çavê mirovan dişewitîne bersiv dan.

Artêşa Lubnanê ji bo xwepêşandaneke muhtemel mîna ya şeva din li derdora avahiya parlemantoyê û deriyê têketina Beyrûtê û başûrê wê belav bû.

Di protestoyên şevê din de bi dehan kes birîndar bûn. Li ser vê yekê fermandarê artêşê serdana Odeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Hikûmeta Lubnanê ragihand ku di protestoyên şevê din de 147 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Lubnanê destnîşan kir ku ji birîndaran 7 efser hene û rewşa hinekan giran e.

Li gorî bîlançoye Parastina Sivîl di pevçûnên şevê din de 400 kes birîndar bûn.

ANHA


Mijarên Din