Di pevçûnên navbera  artêşa Lubnanê û xwepêşandêran de bi dehan kes birîndar bûn

Li Beyrûtê di navbera xwepêşandêrên lubnanî û hêzên ewlehiyê de şer derket. Hêzên ewlehiyê bombeyên gazê avêtin xwepêşandêran. Di encamê de 22 xwepêşandêr birîndar bûn.

Hejmarek ji xwepêşandêran li qada Şuhada peykerên darvekirî ku dişibin sekreterê giştî yê Partiya Hizbullah Hesen Nesrullah, serokkomar Mîşêl Uwn û serokê parlamentoyê Nebîh Berî, danîn.

Xwepêşandêran bi ser avahiya Wezareta Karên Derve ya li koşka Besters de girt. Her wiha xwepêşandêran ji avahiyê de pankarta bi nivîsa "Beyrût bajarê bê çek e" hildan. Xwepêşandêran ragihand ku avahî navenda şoreşê ye. Endamên ewlehiyê di avahiyê de ji bo dan û standina bi leşkerên karbes re amade bûn.

Li derdora parlamentoyê nakokî heye . Xwepêşandêran hewl da bi hejmareke mezin derbasî parlamentoyê bibin, hin xwepêşandêrên dîtir jî hewl dan têkevin erebeyan û barîkatên çemento rakin. Li aliyekî din jî hin xwepêşandêran benda hesin ya ber bi parlamentoyê rakirin.

Ji danê nîvro ve hêzên ewlehî û artêşa Lubnanê tedbîrên xwe li naverasta Beyrûtê li hember xwepêşandêran digirin. Ciwan ji  Seyda, Terablus û Bîqayê ve ber bi paytextê hatin.

(fr)


Mijarên Din