Di operasyona QSD‘ê de 20 çete hatin girtin

Di operasyoneke QSD‘ê li gundê Ebû Hemam ê Dêrazorê de e şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê hatin girtin û rêjeyek çek hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya di malpera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatiye parvekirin de,  operasyona QSD‘ê ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê ya li gundê Ebû Hemam ê Dêrazorê saetên sibehê bi beşdarîbûna zêdeyî 600 şervanan dest pê kir. Hate gotin ku di encama operasyonê de 20 çeteyên DAIŞ‘ê hatin girtin. Her wiha 8 topên RPG, 7 hezar û 500 guleyên klaşînkov, bombeyên destan, telefonên betel û yên destan ketin destê şervanan.

Hate ragihandin ku çeteyekî gule avêtin QSD‘ê û şer derket. Di encamê de çeteyê gule avêtin hat kuştin.

Li gorî malpera QSD‘ê ev şane ji êrîşên li ser bazara herîmî ya li gund ku di 7‘ê Tîrmehê de pêk hatibû û di encamê de 7 zarok bûne qurbanî, berpirsyar e.


Mijarên Din