Di nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş de beşekî nû hate vekirin

Bi desteka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê, di nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş de beşê emeliyeta cîrahî hate vekirin.

Bi vekirina beşê emeliyetan di nexweşxaneyê de hemû beşên pêwîst temam dibin.

Dema damezrandina nexweşxaneyê di 26‘ê Çileya sala borî de beşên taybet bi jinan, zaroka, beşê destwerdana lezgîn, hundirn hatin amadekirin. Lê ji ber derfetên kêm beşê emeliyeta cîrahê nehat vekirin. Her wiha di nexweşxaneyê de labratiwar û dermanxaneyek heye ku bê pere derman dide nexweşan.

Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a ku nexweşxaneya tenake li navçeya Eyn Îsayê ye, rojane derdora 100 nexweşî ji navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê pêşwazî dike û hemû pêdiviyên wan bê pere peyada dike. Nexweşxane nexweşên rewşên giran dişînin nexweşxaneyên bajarê Reqayê ve. 

Di vê çarçoveyê de hemşîreya bi navê Şadiya Elî ya ku di beşa jinan de kar dike got, vekirina beşa emeliyetan wê ji berjewendiyên gel be ji ber ku kesên rewşên giran nikarin ber xwe bidin heya ku ew bighên nexsweşxaneyên Reqayê. 

Şadiya anî ziman ku di beşê emeliyetê de 3 bijîşkên pispor hene.

Bi giştî di nexweşxaneyê de 15 bijîşk "Jin, zarok, hudirîn" û 32 hemşîre dixebitin.

ANHA


Mijarên Din