Di navbera Îmarat û Îsraîlê de nîqaşa avakirina xeteke petrolê

Desteya Weşanê ya Giştî ya Îsraîlê ragihand ku dan û standin di nabera Îsraîl û Îmaratê de girêdayî avakirina xeta petrolê di navbera her du welatan de ku di nav Erabistana Siûdî re derbas dibe, hene.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê wiha da zanîn: “Rayedarên Îsraîlê bi rayedarên Îmaratê re girêdayî avakirina xeta petrolê di navbera her du welatan de ku di nav Erabistana Siûdî re derbas dibe û digihêje bendera Îlat bi rêya Deryayê Sor û ji wir heta bendera Asqelan, dan û standin kirin.”

Desteyê bi bîr xist ku ev proje dê ji bo veguhastina petrolê ji sûkên Ewropayê re gelek guncaw be.

Desteyê wiha domand: “Ev xet dê lêçûna veguhastina petrolê bi rêya kanala Siwês kêm bike.”

 (şx)


Mijarên Din