Di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de şer 

Li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer dijwar dibe. Şerekî dijwar di navbera wan de li bejahiya Idlibê derket.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku şevê din, şerekî dijwar bi çekên giran û navîn di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de li eniyên şer ên Filêfil û Riwêha yên başûrê bejahiya Idlibê derket. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehate zanîn.

SOHR’ê destnîşan kir ku duh hêzên hikumeta Sûriyê bi obusan bajarokên Kensefra, Bara û gundê El-Mûzera yên Cebel El-Zawiya ya bejahiya başurê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikumetê herêmên El-Fitêra, Sifohên û Filêfil ên başûrê Idlibê topbaran kirin. Di heman demê de, balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê gundewarên rojavayê Helebê û başûrê Idlibê geriyan.


Mijarên Din