Di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de şer berdewam e

Li eniyên Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk  de şer berdewam e. Hêzên hikumetê roket avêtin başûrê Idlibê, di encamê de çeteyekî Siqûr El-Şam hate kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku vê sibê hêzên hikumetê herêmên Kensefra, Fitîra, Mozra û herêmên din ên li Cebel El- Zawiyê topbaran kirin, di heman demê de çeteyên dewleta Tirk jî nuqteyên hikumetê yên li Kefer Nibul, Hentotîn ên li gundên başûrê Idlibê topbaran kirin.

SOHR`ê ragihand ku di encama topbarana hêzên hikumetê ji eniyên Bênîn ên başûrê Idlibê de çeteyekî Siqûr El-Şam hate kuştin, di heman demê de çeteyan li eniyên Meir Belît firokeyeke keşfê xiste xwarê.

SOHR`ê duh ragihandibû ku li eniyên Hedada yên li Cebel Ekrad ê gundên bakurê Laziqiyê di navbera çeteyên artêşa Tirk û hêzên hikumeta Sûriyê de şer dijwar e. Hêzên hikumetê moşekan diavêjin, balafirên şer ên Rûsyayê jî tev li şer bûne, li eniyên şer û eniyên din ên li Cebel Ekrad êrişên dijwar pêk anîn.

SOHR’ê duh piştî nîvro ragihandibû  ku di demekê de  êriş li girên Kebanê û eniyên Hedada yên li Cebel Ekrad rû dida balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê gundên bakurê Laziqiyê digeriyan. Hêzên hikumetê bi dehan moşek û top avêtin Kebanê, Tifahiyê û Hedada. Di encamê de vê sibê windahiyên hêzên hikumetê çêbûn û derdora 30 leşkeran birîndar bûn û hatin kuştin.

(eh)


Mijarên Din