Di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumetê de topbaran

Li bejahiya Idlibê careke din hêzên hikumeta Sûriyê dest bi topbaranê kir û çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumetê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh êvarê hêzên hikumeta Sûriyê herêmên derdora Keferiwîd, Filfil, Wesan, Bênîn, Riweyha, Dêrsinbil, Bênîn ên bejahiya başûrê Idlibê, Ziyaram Mişêk a li Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin û agahiyên têkildarî ziyanan ne diyar in.

SOHR`ê diyar kir ku çeteyên Fetih El-Mubîn bi topbarana nuqteyên hêzên hikumetê yên li gundê Besqela yê başûrê parêzgeha Idlibê kir armanc, di heman demê de çeteyên Ensar El-Îslam jî bi moşekan hêzên hikumetê yên li gundê Birkê yê li bakurê parêzgeha Laziqiyê yê li Çiyayê Kurdan kir armanc û agahiyên der barê windahiyan de tune ne.

 (eh)


Mijarên Din