Di navbera berjwendiyên herêmî û navdewletî de 7 salên dijwar ên Sûriyê -1

Heft salên dijwar ne li gorî daxwazên welatiyên Sûriyê derbas bûn, niha dê saleke din lê zêde bibe. Gelê Sûriyê di nava van salan de bû qurbanê siyasetên qirêj û berjewendiyên hêzên herêmî û cîhanî.

Şoreş ji ber  destwerdanan veguherî aloziyê.. Tirkiye planên xwe yên dagirkeriyê eşkere dike

YEHYA ELHEBÎB /NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 15`ê Adarê dê di bîra welatiyên Sûriyê de bimîne, ew roja destpêka buhara Sûriyê bû. Di  wê rojê de li paytext Şamê û hin bajarên din gel ji bo başkirina rewşa jiyanî derketin xwepêşandanan. Çalakiyên gel veguherîn pevçûnên leşkerî yên di navbera hêzên Rejîmê û opozisyona girêdayî hêzên dereve de. Berdêlê pevçûnan jî gelê Sûriyê da.

Bi rasthatina salvegera 8`mîn ya vê bûyerê em ê pêvajoyên wê bi kurtî rave bikin.

Destpêka li Deraa`yê.. bûyer bilez pêşketin û rewş tevlîhev bû

Destpêka van bûyeran di Sibata 2011`an rû da. Wê çaxê hinek welatî daketin kolanê û durişmeya ``Gelê Sûriyê nayê bêrumetkirin`` avêtin. Wê çaxê dihat gotin ku fermandarekî ewlehiyê bêrumetî li welatiyekî kiriye, lê ya rastî xwesteka gel hebû ku xwe bighîne trêna ``Buhara Ereban``.

Di Adara wê salê de hin zarokên bajarê Deraa`yê nivîsên ``gel dixwaze rejîm hilweşe`` li ser dîwaran nivîsîn. Hêzên  ewlekariyê jî zarok girtin, gel jî ev tişt nepejirand û daketin kolanan. Xwepêşandan ferh bûn û hêzên Rejîmê li bajêr hatin dorpêçkirin. Ji xwe Deraa paşê weke dergûşa şoreşê hate naskirin.

Pir dem derbas nebû, êdî xwepêşandan li deverên din yên Sûriyê belav bûn, civaka Sûriyê jî bû du beş. Yek li aliyê Renîmê û ya din jî navê opozisyonê lixwe kir. Paşê hêzên herêmî û cîhanî jî li ser mijarê bûne du beş. Dewletên rojava, yên kendavê û Tirkiyê li aliyê xwepêşandanan û opozisyonê bûn. Dewletên mîna Rûsiya û Çîn jî li aliyê Rejîmê cih girtin û ji bo parastina Rejîmê di konseya ewlekariyê de mafê Veto`ê bikar anîn. Paşê Rûsiya bi awayeke rasterast alîkariya leşkerî da Rejîmê.

Rewş li Sûriyê tevlihev bû, opzisyonê li Qahîrayê meclis ava kir. Rêxistina El- Qaidê jî banga cîhadê li Sûriyê kir. Tangên Rejîmê daketin kolanên bajaran, balefiran jî bajarê Himsê bombebaran kir. Amerîka û Europa li dijî Rejîmê şerê diplomatîk dan meşandin. Balyozxaneyên li Sûriyê girtin, dewletên kendavê jî çek dane komên bi navê “Artêşa Azad”.

Di destpêka sala 2013`an de rewş hîn aloztir bû, hêjmara qurbaniyan gihişte 80 hezar kes. Li gundewarên Laziqiyê jî Cebhet El-Nusra di komkujiyekê de 200 kes kuştin, Rejîmê jî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê çekên kîmyewî bikar anîn, di heman salê de jî DAIŞ hate ava kirin.

Hêzên herêmî dixwazin bi planên nû destkeftiyên kevn vegerînin

Hêzên navdewletî li Cinêv, Vienna û Munich`ê gelek civînên derbarê rewşa Sûriyê de lidar xistin, her dewletekê dixwest çareyeke li gorî berjeweniyên xwe pêşkêş bike. Êdî şoreşa Sûriyê li şûna ku şoreşa li dijî rejîmê be veguherî aloziyeke herêmî. Her dewletek li gorî berjwenidiyên xwe destwerdanê dike. Tirkiyê ji bo dagirkeriya Osmaniyan nû bike piştgiriya komên çekdar û terorîst kir. Îranê jî ji bo pêkanîna kevana Şîiyan hemû giraniya xwe da ser mijara Sûriyê.

Di nava demê de alozî veguherî aloziyeke navdewletî û êdî Sûriyê bû meydana nakokiyên Rûsiya û Amerîkayê.

DAIŞ`ê herêmên berfereh dagir kir

Havîna sala 2014`an, çeteyên DAIŞ`ê herêmên berfereh yên Sûriyê û Iraqê dagir kir. Di destpêka meha Hezîranê de bajarê Mûsilê yê Iraqê dagir kir, di heman demê de jî bajarê Reqayê yê Sûriyê dagir kir. Roja 29`ê hezêranê bajar weke paytexta xilafetê ragihand. Her wiha DAIŞ`ê piraniya bejahiya Dêrazorê û beşek ji bejahiya bajarên Heleb, Idlib, Hema, Şam û gelek herêmên din ên Sûriyê dagir kir. Êdî nêzî nîvê axa Sûriyê ket bin destê çeteyên DAIŞ`ê. Hêzên Rejîmê jî tenê li bajarên serke man. Di vê navberê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) parastina sê kantonên Rojava Cizîrê, Efrîn û Kobanê, ku Çileya 2014`an hatin ragihandin, girte ser milên xwe.

Amerîka derbasî Sûriyê bû

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve rola Tirkiyê pir neyênî û xerab bû, Tirkiyê komên terorîst derbasî Sûriyê kirin, çek û cebilxane dane wan. Lewma komên opozisyonê êdî tune bûn, li şûna wan komên terorîst derketin. Hin komên opozisyonê jî ketin nava komên çete yên Tirkiyê, lewma Amerîkayê jî li şûna şerê Rejîmê berê xwe da şerê terorê.

Roja 4`ê Adara sala 2015`an 50 çekdarên tugaya 51`an ku ji aliyê Amerîkayê ve di çarçoveya bernameya Amarîkayê ya perwerdekirina opozisyonê de hatibûn perwerde kirin, bi rêya deriyê sînor yê Bab Elselama gihiştin bajarê Ezazê.

Endamên komê ku bi tevî çekên xwe gihiştin Ezazê di nava  çend rojan de hatin tunekirin. Hinek ji wan bi tevî çekan xwe radestî çeteyên DAIŞ`ê kirin.

Di pêvajoya şerê li dijî DAIŞ`ê de YPG`ê û YPJ`ê weke hêzeke çalak û bikêrhatî li dijî çeteyên DAIŞ`ê derkete pêş. Piştî ku hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê hate ragihandin, hêzên hevpeymanê di pêvajoya şerê Kobanê de piştgiriya asmanî dan YPG`ê û YPJ`ê. Dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), roja 1`ê Cotmeha  2015`an hate damezrandin piştgiriya hêzên hevpeymanê dewam kir. Di wê demê de Amerîkayê bi şêwirmendên xwe yên leşkerî re beşdarî pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê bû. Piştgiriya hevpeymanê ji bo hêzên QSD`ê her ku çû zêde bû û ta 17`ê Cotmeha sala 2017`an roja rizgarkirina Reqayê dewam kir.

Rûsiya bi fermî kete Sûriyê

Hêzên Rejîmê tevî alîkarî û piştgiriya hêzên Îranê nekarîn rê li pêşiya komên terorîst bigrin. Bi taybet dewletên kendavê û Tirkiyê piştgiriya van koman dikirin. Lewma Rûsiya û Sûriyê meha Tabaxa sala 2015`an hevpeymanek imze kirin. Li gorî peymanê dê hêzên Rûsiyayê ta demeke nediyar baregeha Himêmînê bikar bînin.

Ji meha Êlûna 2015`an û şûn de Rûsiyayê hêzên xwe li Sûriyê zêde kirin. 21 balefirên Soxoyî 25, 12 balefirên Soxoyî 24, 6 rokêtavêjên Soxoyî 35, 4 Soxoyî 30 û 15 helîkopter anîn Sûriyê û dest bi êrîşên li dijî DAIŞ`ê û Cebhet El- Nusra kir.

Tirkiyê axa Sûriyê dagir kir

Ji ber rola Tirkiyê ya xirab û bikarîna mijara koçberan li dijî Europayê, êdî Europa û Amerîkayê hew pişgitiya Tirkiyê kirin. Her wiha Rûsiya jî fişar li Tirkiyê kirin ku çeteyên girêdayî xwe tune bike. Ev jî tê wateya bidawîbûna hebûna Tirkiyê li Sûriyê, lewma Tirkiyê berê xwe da tunekirina Rêvberiya Xweser ya li herêmên Rojava.

Tirkiyê ji bo pêkanîna armancên xwe, komên xwe yên çekdar kirin qurban, ew ji Helebê derxistin û Heleb radestî hêzên Rejîmê kir. Beramber wê jî Tirkiyê gelek herêmên Sûriyê dagir kirin. Bi erêkirina Rûsiyê bajarên mîna Cerablus, Ezaz û Bab dagir kirin, her wiha li gorî lihevhatineke bi Rûsiyayê re, beramberî Xûtayê Efrîn dagir kir.

Tirkiye hewl dide li rojhilatê Babê jî desthilatdariya xwe fereh bike. Lewma dixwaze dest deyne ser bajarê Minbicê ku di Tebaxa 2016`an de ji aliyê QSD`ê ve hatiye rizgarkirin. Lê Amerîakyê hêzên xwe li bakurê Minbicê belav kirin, her wiha Rûsya jî hêzên xwe li rojava û başûrê Minbicê belav kirin û plana Tirkiyê têk çû.

Niha ku em ber bi sala 8`mîn ya aloziyê ve diçin, em dibînin ku nêzî 60% axa Sûriyê di bin destên hêzên rejîmê de ye, hêzên QSD`ê 30% ji axa Sûriyê diparêz e, Tirkiyê û çeteyên wê  û Cebhet El-Nusra 10% axa Sûriyê dagir dikin.

Aliyên ku berê xwe weke opozisyon binav dikirin niha ketine bin desthilatdariya Tirkyê û li gorî berjewendiyên wê tevdigerin. Mirov nikare behsa Rejîmeke xwedî îrade bike, hin aliyên Rejîmê girdayî Îranê hin jî girêdayî Rûsiyayê ne. Di vê navberê de yê ku berdêlê nakokî û berjwendiyên van hêzan didin, gelên Sûriyê ne.

Sibê: .......

ANHA


Mijarên Din