Di nava 6 salan de Rêveberiya Xweser li Sûriyê bûye aktora sereke

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bû bingeha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di 6 salên derbasbûyî de bi xebata bênavber, hişt herêm bibe aktoreke sereke di nav aliyên siyasî û leşkerî yên Sûriyê de û bala tevahî cîhanê kişand ser pergala alternatîf a nenavendî ya li hember pergala dewletî ya neteweyî.

Bi destpêka aloziya Sûriyê re, dûrxistina xwepêşandanên li Sûriyê ji rêya wê û rihneyên li ser dewletên derve di şerê rejîma Sûriyê de bi opozîsyona Sûriyê re, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêyeke cihêreng bi navê metoda xeta sêyemîn dûrî siyasetên derve bi rêya projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk hilbijart.

Di 21’ê Çileya 2014’an de li kantona Cizîrê ya Rojava, Rêveberiya Xweser li ser du meclisên rêveber û qanûnsaz bi tevlêbûna kesayetên siyasî, sivîl û eşîrî, bi lihevkirina tevahî pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û Çeçen û ji tevahî olan ji misliman, xiristiyan û êzidiyan û partiyên siyasî û saziyên civaka siyasî, ragihand. Di wê demê de navê Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê lê kir ku piştî damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê.

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê piştî 6 salan ji damezrandina wê, ji sûriyan re li ser asta hundirîn, ji dewletên cîran re li ser asta herêmî û ji tevahî cîhanê re li asta derve, eşkere kir ku gel dikare xwe bi xwe bêyî ku pişta xwe bide pergala navendî li herêmê bi rê ve bibe û her wiha çawaniya avakirina projeya rêveberiya nenavendî dûrî dewleta navendî ya neteweyî.

LI SER ASTA HUNDIRÎN

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê mekanîzmaya sazitiyê ava kir ku qanûn û pergalê pêk bîne û her wiha da ku biryarên qanûnî bi rêya Meclisa Qanûnsaz, Meclisa Rêveber, Meclisa Dadwerî, Komseriya Bilind a Hilbijartinan, Dadgeha Bilind a Destûrê pêk bîne ku xwe dispêre hevpeymana civakî ya itîrafê bi mafên ferd û koman li gorî mîsaq û qanûnên navdewletî dike. Li rex wê jî rêziknameya nûnertiya tevahî pêkhateyan û nûnertiya wekhev a jin û mêran di tevahî saziyên Rêveberiya Xweser de dike, ava kir.

Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, bilindtirîn desteya qanûnsaz û çavdêriyê ye ku endamên wê ji hêla gel bi rêya hilbijartinên azad û demokratîk tên hilbijartin û siyaseta giştî li gorî metoda Rêveberiya Xweser a Demokratîk nexşe dike û qanûnan li gorî hevpeymana civakî pêk tîne.

Lê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîr wek pergala rêveber û rêvebertiya bilind a kantonê ye û li pêş Meclisa Qanûnsaz berpirsê xebatên xwe ye. Her wiha tevahî qanûn û biryarên ku ji Meclisa Qanûnsaz û saziyên dadgeriyê bi rêya desteyên erkdar ên girêdayî wê, pêk tîne û xebatê di navbera saziyên Rêveberiya Xweser de koordîne dike.

Rêveberiya Xweser bi rêya meclis û desteyên xwe, mekanîzmaeya rêveberiyê bi giştî li ser tevahî astên siyasî, ewlehî, aborî û beşên tenduristî, perwerde, fêrkirin û rêveberiya herêmî, ava kir ku bibe garantorê rêvebirina  kar û barên şêniyên herêmê û dabînkirina ewle û aramiya wan.

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîr piştî 6 salan ji damezrandina wê, nûnertiya kantonên Qamişlo û Hesekê, pêkhateyên ji tevahî civak bêyî cûdahiyê dike û tê de etnîkên siyasî, neteweyî, olî, mezhebî û çandî hene. Li aliyekî din jî tecrûbe û pisporiya wê hişt ku gelek rêveberiyên herêmî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê ava bike û bû tova bingehîn a avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku di 6’ê Îlona 2018’an de hatiye damezrandin ku tê de 7 herêmên rêvebirinê hene.

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê piştî 6 salan ji damezrandina wê, 105 qanûnên bi hedefa rêxistinkirina civakê derxistin, jê jî, parastin, jin, hawîrdor û jiyan civakî", her wiha jî rayedarên buroyên xwe hilbijartin, 35 ruxset dan partî û blokên siyasî yên li herêmê û qanûnên wê bûn nuqteya rûnişkandina rêveberiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bû nuqteya rûnişkandinê di mekanîzma û qanûnan de bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re. Her wiha erkên wê koordînata di navbera 7 rêveberiyan, yekkirina biryar û qanûn û hêsankirina xizmetguzariyên herêmê ne.

LI SER ASTA DERVE

Modela Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê pêngaveke pîroz li ser asta derve pêk anî, her wiha bala tevahî dewletên cîhanê kişand û gelek şandeyên erebî û biyanî, da ku vê tecrubeya nû nas bikin, hatin herêmê. Ev jî bi vekirina gelek nûnertiyên fermî li hin dewletên rojavayî diyarker e ku piştre veguherî nûnertiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bi rêya qehremanî û serkeftinên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, pêşiya Rêveberiya Xweser li ser asta derve vebû ku bû gava yekemîn a peydakirina dostên Rojava. Li aliyekî din jî ya yekemîn di îqnakirina civaka navdewletî de bû ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ya tekane ye.

RÊWÎTEYEKE SEXT Û DIJWAR

Di rêwîtiya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê de gelek astengî û dijwarî derketin. Di vê çarçoveyê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hisên Ezam wiha got: "Gelek astengiyên hundirîn û derve li pêşberî Rêveberiya Xweser derketin, jê jî reşkirina çapemeniyê der barê projeya Rêveberiya Xweser de, dijberiya hin aliyên Sûriyê yên girêdayî derve ji projeya Rêveberiya Xweser re bi hewldana girtina rê li pêş çareseriya aloziya Sûriyê."

Ezam wiha dewam kir: "Ji astengiyên li pêşberî projeya Rêveberiya Xweser derketine, êrişên leşkerî yên li ser herêmê bi navên cuda, ji Cebhet El-Nusra heta bi DAIŞ’ê û îro jî çeteyên dewleta Tirk; dorpêçkirina erdnîgariyê, nexasim jî girtina dergehan, her wiha zêdebûna hejmara koçber û penaberan ji herêmên dîtir ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve. Nexasim koçberiya bi darê zorê ya şêniyên Girê Spî û Serêkaniyê bû sedema astengiyên li ser asta xizmetguzariyê li herêmê."

ASTENGIYÊN ÇARENÛSÎ Û ISRARKIRINA LI SER TÊKOŞÎNÊ

Li gel rêwitiya asteng a Rêveberiya Xweser ji destpêka damezirandina wê û heta niha, di dema niha de li hemberî astengiyên çarenûsî ye ku xwe li ser gelên herêmê ferz dike, hevgirtî bin û li dora rêveberiyê bicivin.

Li aliyekî dewleta Tirk a dagirker bi rêya dagirkirina yekser wekî çawa li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk aniye, hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe. Ji aliyekî din ve hê jî rejîm di zîhniyeta xwe ya kevn a xwe dispêre yek partî û dewleta navendî de berdewam e û bi hemû şêweyan hewl dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Her wiha helwesta qaşo opozîsyona Sûriyê jî ne kêmî helwesta rejîmê ye ku fikra xwerêvebirina gelên herêmê xwe bi xwe, qebûl nake.

Di gel van tevahî astengiyan, gelên herêmê piştrast dikin ku dê destkeftiyên ku bi saya bi hezaran şehîdan û bi rêya têkoşîna 6 salan pêk hatin, bi israr biparêzin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din