Di merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê de: Vîna me xurt e û naşike

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyên têkoşerên ku di êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li kelha berxwedanê ya bajarê Serêkaniyê ya Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn veşartin.

Bi sedean şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyên têkoşerên bi navên Welat Elî(Devrim Botan) û Xelef Wilo(Serhed Berkevirê) yên ku di berxwedaniya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarê Serêkaniyê de şehîd bûbûn, oxir kirin.

Şêniyan, cenazeyên şehîdan ji Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê wergirtin û berê xwe de Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê.

Li goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre bi navê Kongre Star Edalet Umer axivî û sersaxî ji malbatên têkoşeran sax kir û wiha got: "Tevî ku artêşa dewleta Tirk a dagirker tevahî çekên giran û qedexekirî bi kar tîne, lê vîna me xurt e û naşike."

Edalet wiha îşaret pê kir: "Dîrok ji nû ve li Rojava bi xwîna şehîdên mîna Welat û Xelef tê nivîsandin û soz didin ku li ser rêça wan heta pêkanîna armancên wan, bimeşin."

Piştre, wesîqetên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Piştre bi tilîliyên dayikan cenazeyên şehîdan hatin veşartin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din