Di merasîma şehîd Ekrem Mihemed de soza berxwedanê hate dûbarekirin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo şehid Ekrem Mihemed ku di encama topbarankirina dewleta Tirk a dagirker de şehid bû oxir kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji duh vê êrêşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di êrişan de sivil yekem tên hedefgirtin. Yek ji wan sivilan Ekrem Mihemed li bajarê Qamislo bû qurbaniya êrişên dagirkeriyê.

 Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamislo ji bo oxirkirina şehîd Ekrem Mihemed li Goristana Şehîd Delîl Saroxan tevli merasîmê bûn. Merasîm bi deqeyeke rêz girtin hate destpê kirin.

 Paşê Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyît sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:"Şehîd nirxên herî bûha ne. Bi saya şehîdan me gelek serkeftin hatin bidestxisitin. Li dijî hemû komploya bi vîna şehîdan berxwedan geş dibe. Rûxme hemû top û tangên dewleta Tirk a dagirker li ser serê me em şehîdên xwe oxir dikin. Wan şehîdan hêz daye me ku em tu carî ji êrîşên Erdogan natirsin. Berxwedaniya me wê heya serkeftinê berdewam bike. Ev axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan tu carî bin nakevê."

Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso di şexsê şehîd Ekrem hemû şehîdên Kurdistanê bîr anî û got: "Ev ne cara yekem ê hovîtiya dewleta Tirk li ser gelê herêmê tê meşandin. Li ser Efrînê 72 balafirên şer rakirin û rastî berxwedaniyek mezin hatin. Niha jî gelê herêmê biryara berxwedanê dane. Bi bedena xwe em bersiva teknîkê bidin. Dewleta Tirk cardin balafir û tang topên xwe seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrîş dike. Em ne ew kurdên berê ne ku serê xwe ji dewleta Tirk re bitewînin. Em bi felsefeya Rebêr APO re hatine perwerdekirin. Erkê me ye ku li pişta şervanên xwe bisekinin.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şêniyan bi siloganên "Bijî Berxwedana Gelan", "Şehîd Namirin", "Tolhildan Soza Me Ye" şehîd spartin axê.

(mk)

ANHA


Mijarên Din