Di merasîma şehîd Demhat de: QSD`ê parastina ax û yekitiya Suriyê dike

 Di merasîma oxirkirina şehêdekî berxwedana Rûmetê de, Telet Yunis axivî û diyar kir ku Hêzên Suriye Demokratîk (QSD) parastina axa Suriyê dike û li dijî parçebûna Suriyê disekine.

Îro bi sedan şêniyên Tirbespiyê cenazeyê şervanê Hêzên Suriye Demokratîk  Elî Elwan El-Xelîfe (Demhat Tirbespiyê) yê ku di 5 Mijdarê de li gundewarên Til Temirê di berxwedan Rûmetê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Dilşêr a li navçeyê bi merasîmekê oxir kirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Ibrahîm axivî. Mihemed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û tekez kir ku heta bigihêjin serkeftinê û dagirkeriyê têk bibin, wê rêya şehîdan berdewam bikim.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê Telet Yunis jî axivî û wiha got: " Hêzên Suriye Demokratîk li dijî dagirkeran parastina erdê Suriyê dike û nahêle ku axa Suriyê parçe bibe."

Yunis diyar kir ku destûrê Suriyê ji aliyê dijminên gelê Suriyê ve tê amadekirin û yên mafên gelê Suriyê dixwazin, hatine dûrxistin. Yunis got ew vê destûrî qebûl nakin û destûrê gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê goristanên şehîdan in.

Yunis her wiha sersaxî ji malbata şehîd Elwan re xwest û soz da ku wê li dijî dagirkeran bisekinin û wan ji erdên Suriyê derxin.

pitşî axaftin bidawî bûn, wesîqeta şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nav tilîlî û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li Goristana Şehîd Dilşêr hate oxirkirin.

ANHA


Mijarên Din