​​​​​​​Di mehekê de 31 jin li Tirkiyê hatin qetilkirin

Li gorî nûçeya JINNEWS’ê, di meha Mijdarê de li Tirkiyê 31 jin hatin qetilkirin û 13 jinan jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

Li Tirkiyê qetilkirina jinan her ku diçe zêdetir dibe û qatil nayên darizandin.

Li gorî daneyên tundiyê yên ku JINNEWSʹê kom kirine, di meha Mijdarê de 31 hatin qetilkirin û 13 jinan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

Her wiha li gorî daneyan di meha Mijdarê de herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin, 4 zarokan jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.


Mijarên Din